Di çarçoveya bihara gelan de li Sûriyeyê jî raperînek dest pê kir. Ev raperîn di meha adarê de dest pê kir û ev yek gav bi gav li seransenê Sûriyeyê belav bû. Ev raperên hewl da ku hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk jî di nav xwe de bihewîne. Lê mixabin vê pêvajoyê wisa berdewam nekir. Piştî çend meh ku li ser vê raperînê de derbasbûn, vê raperînê û serîrakirinê cihê xwe ji komên çekdar re hişt û çi komên ku li gorî siyaset û berjewendiyên Rojava (Ewropayê) û çi jî yên Rojhilat (Rûsyayê); li Sûriye serdemekî nû hat destpêkirin. Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya rojavayê Kurdistanê em hevpeyvîna bi endamê rêveberiya TEV-DEM’ê Hûsên Çawîş re hatiye kirin bi were parve dikin. Hûsên Çawiş nêrînên xwe yên der barê şoreşê de anî ziman.


Şoreşa Rojava de çawa hatin vê astê? Cihê Rojava di Tevgera Azadiya Kurdistanê de çi ye?

Di serî de bi wesîleya salvegera 19’ê Tîrmehê, em hemû şehîdên Kurdistanê, şehîd Xebat, şehîd Îsa Gilo û di kesayeta van şehîdan de em hemû şehîdên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn ên pakrewan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Wekî ku tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinekî xwe ya bi parêzerên xwe de peyva ‘Bihara gelan’ bi kar anî û ev nav li van tevgeran kir û got ku “bihar, bihara gelan e û navenda vê jî Kurdistan e”. Bêguman, dema ku ev gotin hat kirin, her kes wate û kûrahiya vê yekê bi temamî fêm nekir ka Rêberê Gelê Kurd ji bo çi ev nav lê kir? Di ragihandina cîhanê de jî wekî ‘Bihara Ereban’ hat pênasekirin. Lê belê, Rêberê Gelê Kurd got ku “ev gotin şaş e” û peyva ‘bihara gelan’ bi kar anî. Ango bihara hemû gelên Rojhilata Navîn e û navenda vê jî Kurdistan e. Bêguman, di salvegera yekemîn a 19’ê Tîrmehê de mirov têdigihêje ku ka Rêberê Gelê Kurd çima ev nav lê kir. Wekî ku tê zanîn, di çarçoveya bihara gelan de li Sûriyeyê raperînek dest pê kir. Ev raperîna ku di meha adarê de dest pê kir û vê yekê gav bi gav li seranserê Sûriyeyê belav bû û hewl da ku hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk jî di nav xwe de bihewîne. Lê mixabin vê pêvajoyê wisa berdewam nekir. Piştî çend meh ku li ser vê raperînê de derbasbûn, ev raperîn û serî rakirin cihê xwe ji komên çekdar re hişt û çi komên ku li gorî siyaset û berjewendiyên Rojava (Ewropayê) û çi jî yên Rojhilat (Rûsyayê); li Sûriyeyê serdemekî nû hat destpêkirin. Di çarçoveya vê serdemê de desthilatiya rejîma Baas li hemû Sûriyeyê lewaz bû û bi taybetî jî ji ber ku li herêma ku kurd lê dijîn bi zext û zorê desthilatî dihate meşandin, li vir desthilatî pir lewaz bû. Jixwe li rojavayê Kurdistanê desthilatiya xwe bi zext, zor û îstixbaratê dida meşandin. Dema ku rewş wisa pêşket, hêza rejîma Baas a leşkerî û îstixbaratî jî şkest û bi vê ve girêdayî jî tirsa gel a ji dewletê jî şkest. Gel jî hêdî hêdî dest bi avakirina saziyên xwe kirin, ji bo ku xwe bixwe xwe rêvebibe, meclis û komunên xwe avakirin. Bêguman, ew valatiya ku derketibû holê, gelê kurd xwest ku bi hêza xwe ya cewherî û xweser re dagire. Me jî wekî Tevgera Civakî û Demokratîk, me ev rastiye dît û me xwend. Gelek hêzan ev rastî nexwend. Gelek hêzan xwe spartin hêzên derve û siyaseta derve. Heta hinek hêzan xwe bi hêzên nedemokratîk ên li dijî Sûriyeyê ne ve girêdan. Xwe bi Tirkiye, Qetarê ve girêdan. Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk, me pêvajo bi rengekî dîtir xwend. Me çawa xwend; me got ku em hêza sêyemîn in. Hêza sêyemîn, ango karibe civakê û demokratîzasyonê ji xwe re esas bigire. Ango ne rejîm û ne jî mûxalefeta nedemokratîk a li hemberî rejîmê. Me fêhmkir ku şerê li Sûriyeyê tê meşandin, li ser esasê desthilatiyê ye. Me karîbû ku em vê yekê ji nav hev derxin û nasbikin.
Li hemberî vê yekê, me jî Xweseriya Demokratîk ji xwe re esas girt û me giranî da avakirina meclisan, meclisa giştî ya rojavayê Kurdistanê û piştre jî meclisên herêmî û herî dawî jî saziyên civaka sivîl. Wekî, saziyên zimanê kurdî, saziyên şehîdan, saziyên çand û hunerê û saziyên yekitiya civakî danî pêşiya xwe û me giranî da vê yekê. Me hewl da ku em civaka xwe pêş bixin û di heman demê de me giranî da hêzekî parastinê jî. Ji ber ku rewşa Sûriyeyê ber bi çav e. Gelek hêzan bi hevdu re şer dikirin û rewş ber bi şerekî çekdarî ve diçû. Serhildanên demokrasî û aştîxwaz, cihê xwe ji komên çete re hiştin. Heta bi navê Artêşa Azad, komên çete û çekdar derketin holê. Her wiha, komên çekdar ên di bin navê Muxalifbûnê de bi Tirkiye, Sûdî, Qetar û hwd. ve girêdayî derketin holê. Ji bo ku gelê kurd di nava wê gengeşî û aloziyê de xwe biparêze, bi xwesteka gel pêdivî bi hêzekî leşkerî ya gelê kurd derkete pêş. Destpêkê bi navê YXG (Yekîneyên Xweparastina Gel), piştre jî bi navê YPG (Yekîneyên Parastina Gel) xwe rêxistin kir. Jixwe piştre jî Hêzên Asayîşê jî hatin rêxistinkirin. Her wiha, di dîroka 19’ê Tîmehê de, vê tevgerê ji bajarê Kobanê dest pê kir û li seranserê rojavayê Kurdistanê karîbû ku rêveberiyê têxe destê xwe û xwe bixwe xwe birêve bibe. Ango, ew valatiya ji ber desthilatiyê derkete holê, civakê bixwe dagirt. Li ser vî bingehî jî, gelê kurd siyasetekî demokratîk da meşandin. Em dikarin bibêjin ku Şoreşa Rojava bû dergûşa demokratîkbûna herêmê û ji bo hemû awayî pergalên demokratîk jî bû model û mînaka herî ber bi çav. Bû mînakek ku gel tê de demokratîk be, wekhev be, exlaqî û polîtîk be û her kes jî têde bi awayekî azad bijî. Li ser bingeha civaka kurdên azad, Rojava mînakek e û ji bo her çar parçeyên din ê Kurdistanê û ji bo hemû kurdan coşekî mezin e.
Rojavayê Kurdistanê, her çend ji aliyê erdnîgariyê ve biçûk û ji aliyê şêniyan ve kêm be jî, ji ber ku rola wê û mînakbûna wê xwedî cihekî girîng e, di rêza yekemîn a bihara gelan de cihê xwe digire. Xwe rêxistinkirin û xwe gihandina pergalekî nû tenê bi hejmar û şêniyan ve nayê pêkanîn. Di vê yekê de ne hejmar, cewher û jêhatîbûn girîng e. Ji bo hersê parçeyên din ên Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn modelekê pêşkêş dike û cihê şanaziyê ye jî. Ev yek dide nîşandan ku kurd dikarin di Rojhilata Navîn de pêşengtiyê bikin. Ev civak çawa ku B.Z 612’an de û di Civaka Xwezayî de ji mirovahiyê re pêşengtî kir, îro jî bi heman awayî ji tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê re îspat kir ku dikare pêşengtiyê bike.
 
Şoreşa 19’ê Tîmehê çima li Sûriyeyê xwe wekî Xetek Sêyemîn bi nav kir, sedemê vê yekê çi bû?

Bêguman sedemên vê yekê hene. Ev jî hinekê bi rewşa Sûriye, Rojhilata Navîn û rewşa oopozîsyonên li Sûriyeyê ve girêdayî ye. Dema ku mirov li opozîsyona li Sûriyeyê dinêre, di warê zîhniyet û feraset de tu cêwaziya wê ligel rejîma Baas nîn e. Dijî demokrasî û azadbûna rejîma Baas jixwe ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Bi heman awayî hişmendiya opozîsyonê jî her wekî hişmendiya rejîma Baas e. Şer û pevçûna ku dimeşînin, ne li ser pergalekî demokratîk e, berovajiyê vê yekê li ser desthilatiyê ye. Ango kursiyê dixwaze, ji bilî kursiyê tu tiştî naxwaze. Dibêjin bila Beşar biçe, Baas dimîne jî bila bimîne. Heya niha nexwestine rejîma Baas biçe û ne li dijî Baasê ne. Tişta balkêş jî ev e. Em jî baş dizanin ku sedema pêşketina bihara gelan, nepejirandina van dewletên faşîst, milîtarîst û neteweperest e. Em bi çavekî milîtarîst, qirker, xirabkar û tuneker li desthilatiyê dinêrin û kî jî bê ser desthilatiyê, ew jî dê wê pergalê bimeşîne. Divê rejîm bixwe bê guhertin. Wateya şoreşê jî ev e. Ger di mêjî de şoreş çênebe, wê demê şoreş nabe şoreş. Şoreş, ji fikr, siyaset û ji jiyanê dest pê dike. Ger di van mijaran de guhertin çênebe û pergala siyasî neyê guhertin, destûrekî bingehîn a demokratîk li Sûriyeyê çênebe, komar demokratîk nebe, wê demê ev nabe şoreş. Divê bibe komarekî demokratîk a Sûriyeyê, ne ku tenê komara Sûriye be. Divê ew destûra erebîk a Sûriye, bibe destûra Demokratîk a Sûriyeyê. Şûna ku Sûriye tenê bibe welatekî ereban, divê bibe welatê hemû gelên Sûriyeyê. Şoreş, bi vî awayî dibe şoreş. Nexwe, wê dîsa heman tişt bê dubarekirin. Ezmûna Misrê li ber çavan e; Husnî çû, Mursî hat, vaye Mursî jî çû, lê dîsa jî kursî her ma. Pirsgirêk hemû kursî ye. Ger ku dixwazin şoreşê bikin, divê pergala siyasî û leşkerî bê guhertin û bi temamî îradeya civakê derkeve pêş.
Em ji vê yekê re dibêjin ‘Xeta Sêyemîn’. Na, ger ew opozîsyon û rêberên li Sûriye demokratîk bûna, wê demê em û ew wê yêk xet bûna. Her çend em wekî ‘Xeta Sêyemîn’ in jî, di esasê xwe de du hêz hene. Yek ji van hêzan demokrasiyê temsîl dike ku em ji vê re dibêjin nûjeniya demokratîk; a din jî rejîm û opozîsyona ku nedemokratîk in û li dijî demokrasiyê ne.
Ew opozîsyon li dijî Kursiya heyî ne, lê belê li dijî pergalê bixwe nîn e. Ev jî nûjeniya kapîtalîst e an jî nûjeniya sermayedarî ye. Ev opozîsyona heyî, pişta xwe dide dewletê, lê belê nûjeniya demokratîk pişta xwe dide civakê. Çima em Xeta Sêyemîn in, ji ber ku em civakê temsîl dikin. Em dixwazin îradeya civakê derkeve pêş, bibe hêz û bibe îrade. Wê çawa van yekan pêk bîne, ew jî bi rêxistinbûnê dikare bê avakirin. Du tişt ji bo civakê pêwîst in; yek rêxistinbûn, a din jî zanebûn e. Her du bi hev ve girêdayî ne. Ger civakek rêxistinkirî û zane be, tu kes pê nikare. Ev mijar, bi bîrdozî û fikr, perwerde û ramanê ve girêdayî ye. Ji ber vê em dibêjin Xeta Sêyemîn. Ango em ne Rûsyayê û ne jî Amerîkayê dipejirînin, ne Erebistana Sûdî û ne jî Qetar, ne sunî û ne jî elewî, ne nîzam û ne jî dij-nîzamên ku nîzamperest. Wekî mînak, ew dixwazin şûna tayfeya elewî, ya sûnî bi cih bikin.
Ev ji bo me ne girîng e. Ya me pergalekî demokratîk e, Sûriyeyekî demokratîk e. Ji ber vê ye ku em dibêjin Xeta Sêyemîn. Ji ber vê me ne ev alî û ne jî aliyê din ji xwe re esas girt. Me ji xwe re projeyeya Azadî û Demokratîkirina Civakê ji xwe re esas girt. Ya rastî, niha şoreşa rast û heqîqî li rojavayê Kurdistanê tê jiyîn. Ji ber ku civaka rojavayê Kurdistanê niha dikare xwe birêve bibe, xwe biparêze, îdareya xwe bike û pergala xwe bide avakirin. Pergala ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê pêş xist, niha ji bo şoreşên li Sûriyeyê bûye model û mînaka herî di cih de. Heta yên ku li dijî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê şer dikin, li xwe mukir tên û dibêjin ku; “ siyaseta herî rast, ew siyaseta ku hûn didin meşandin e”.

Girîngiya aboriya şoreşê


Rêberê Gelê Kurd herî dawî dema ku der barê Rojava de nirxandin kir got ku “Pêwîst e aboriya şoreşê bê pêşxistin.” Hûn vê çawa dinirxînin?

‘Aboriya Şoreşê’ wekî têgeh di gelek şoreşên mezin ê cîhanê de hatiye bikaranîn. Di vê der barê de gelek proje jî hatine pêşxistin. Rojavayê Kurdistanê him ji aliyê sererd ve him ji aliye binerd ve gelek dewlemend e. Gaz, neft, genim, pembû û zeytûnê Sûriyeyê zêdeyî ji rojavayê Kurdistanê têne girtin. Di vê der barê de gelê Rojava jî dikare wekî mînak gelaleya Kîbots a ku civaka cihûyan bi şeklê komun û kooperatîfan pêk anî ji xwe re wekî mînak bigire. Ji bilî ku ava wê kême, di Rojhilata Navîn de welatê ku herî zêde çandinî lê tê kirin Israîl e. Bes em li başûrê Kurdistanê dinerin, ji bilî ku heft çemên esasî têde hene jî nikaribû çandiniyek xurt pêş bixe. Em dinêrin xiyarên wan ji Koreyê tên, bacanê wan ji Îranê tên, ava wan ji Tirkiyeyê tê. Ji ber civakek bêkar hat avakirin. Ev jî mînakek ne baş e. Bes em dikarin wê pergala ku gelê cihû, pêwendiyê me bi fikr û bîrdoziya wan nîn e ku ji xwe re esas digire bixe meriyetê.
Ev mînaka hevkar û di nav yekitiyekê de kar dayîna meşandinê dide nîşandan. Bi vî şekli di serî de çandinî, gelek dezgehên kar bêne pêşxistin. Rojavayê Kurdistanê ji vê re vekiriye. Li şûna ku welatê xwe berde, berê xwe bide leşkeriyê, têkeve bindestê dagirkerên wekî tirkan û hwd. bixwe pêwîst e projeyên xwe ên aboriyê pêşbixe. Lê mixabin ji aliyê gelek dewletan û hêzan da van hewldanê heyî jî bin pê dikin. Mirov polîtîka û nêzîkatiya dewleta Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê fêmdike. Bes tişta ku herî zêde mirov matmayî dike nêzîkatî û polîtîkayên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ye. Derfet û destkeftiyên ku bi salan, bi têkoşînek pir mezin gelê başûrê Kurdistanê bi destxistî li dijî Rojavay bi kar tînin û ev jî rê li ser xemgîniyê vedike. Dema ku em li dîrokê binêrin em ê bibînin ku gelê rojavayê Kurdistanê di tengasî, zehmetî û zoriyên ku başûrê Kurdistanê jiyîyaye de alîkariya  xwe jê qut nekiriye.
 


SÎNAN ŞAHÎN / ANF/BEHDÎNAN