Koma Berxwedan kedkarê muzîka Kurdî Huseyîn Çîftçî ku çend roj berê ji ber kansêrê rehmet kiribû, bi bîr anî.

Koma Berxwedan ji bo Huseyîn Çîftçî daxuyaniyek belav kir û daxuyaniyê de got: “Ji 25 salan bêhtir e, Hüseyin Çiftçi di xebatên me yên çand û hunerê de,  wekî endamekî Koma Berxwedan xizmet kir. Her gavê ji dil û baweriya xwe xizmet û fedekariya xwe bo doza gelê xwe pêşkêş kir. Em wekî endamên Koma Berxwedan, ti carî ked û fedekariya hevalê xwe Huseyîn Çîftçî ji bîr nakin. Sekin, helwest û hevaltiya Huseyin wê herdemê di kar û xebatên me de pîvana fedekarî û xizmeta civakê bin.”

 

KOLN