Hasil, ji zarokên Heskîfê û cîranên wan nehat ku li hemberî Ewcê serdema me bibin Ristemê Zalê serdema me. Wî Ewcî Heskîfa me xwar.

Ava ku Bendava Ilisu (nêzî gundê Germavê) dê wê bigewimîne, dê bide ser Heskîfê. Heskîf ku netenê bi şikeft, xanî û berhemên dîrokî cihê xwe di nasnameya Kurdistanê de çêkiriye, lê bi Ava Mezin a tê re dibihure û sedan çîrokên li ser xwe, wê tine bibe. Ev erd, ev gelî, tevî Heskîf û Ava Mezin cihekî mekanê bîrê ye û ya tê tinekirin jî ev bîr bi xwe ye.

Beriya vê tinebûnê jî dewleta Tirk texrîbata ji destê wê tê hemûyî dike. Berhemên dîrokî ji peywenda wan qut kirin û barkirin cihekî din. Pêkhatina cografî û ya şikeftan bi hincetên cihê bi dînamîtan hilweşandin. Stûnên pira dîrokî, ew pira ku li gorî dapîr û bapîrên gelek Kurdan, Ristemê Zal li ser Ewc kuştî, bi navê restorasyonê hatin texrîbkirin. Niha jî her dever bi îdîaya parastin tê betonkirin.

Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salan, bi vî rengî bi texrîbateke misêwa re rûbirû ye. Bendava ku muhtemelen temenê wê ne zêdetir e ji 50 salan, dîrokeke 12 hezar salî û mekanekî bîrê yê bi milyonan mirovî tê tinekirin.

Di vê çarçoveyê de heta niha Tirbeya Zeynel Beg, Hemama Kevin û Tekeya Îmam Abdullah hatine veguhastin. Her wiha kar û barên veguhastina Mizgefta Siltan Silêman û El-Rizq jî didomin.

Dîwaran lê dikin, mizgeftan tine dikin

Li Çiyayê Ramanê her roj dînamît tên teqandin û bi zinarên tên jêkirin, paralelî Çemê Dîcleyê bendek tê lêkirin û dîwarên vê bendê hindik maye bigihîje surhên kelehê.

Karê veguhastina ji bo mizgefta dîrokî, Mizgefta Siltan Silêman ku di dema Eyyûbiyan de hatiye çêkirin jî didome. Kevirên minareyê yeko yeko hatin jêkirin û di dema veguhastinê de nehat zanîn ka minare çiqas hatiye texrîbkirin. Di dema veguhastina Tirbeya Zeynel Begê de tirbe texrîb bûbû. Dema karker li ser minareyê dixebitîn, dîmenên wan hat girtin û di wan dîmenan de tê dîtin ku bi awayekî rasthatinî bi bivir û çakûçan çawa li minareyê dixin. Dê minareya Mizgefta El-Rizqê jî bi heman awayî bê veguhastin.

Dîrok bi betonê muhasere kirin  

Lê belê texrîbata herî mezin jî di dîwar û surhên keleha dîrokî de pêk tê. Bilindahiya benda ku tê çêkirin gihişt bilindahiya surhên kelehê. Bi vî awayî ew dîmen û xuyanga Çemê Dîcle li geliyê xwe li cihê ku Heskîf lê ava, tine dibe. Her ku bend digihêje dîwarê kelehê, keleh jî pêre nedarîçav û tine dibe.

Hasil, ji zarokên Heskîfê û cîranên wan nehat ku li hemberî Ewcê serdema me bibin Ristemê Zalê serdema me. Wî Ewcî Heskîfa me xwar.

 

MA/ÊLIH