YEKMAL ji 1993'ê û vir ve li Berlînê ji bo serwextkirin û çalakkirina rola dê û bavan di perwerdiya zarokan de dixebite. Serkara YEKMAL'ê û pedagog Gunay Darici dibêje, di civaka Kurdan de hê girîngiya rola dê û bavan di perwerdehiya zarokan de û perwerdeyên bi duzimanî de nehatiye fêmkirin.
Di geşedana zarokan de ziman hêmaneke sereke ye. Di qonaxa zarokatiyê de nasîna jiyan û civakê bi hêmana ziman pêk tê. Her wiha di teşegirtina rewişt û kesayetê de jî ziman ne alavek ji rêzê ye, ew diyardeyeke esasî ye. Ew diyardeya esasî ji bo zarokên penaberan nexasim ên Kurdan jiyan divê bê dabeşkirin, ji ber ku penaber herî kêm bi du zimanan pê dijîn, zimanê jiyanê û perwerdeyê ne heman ziman in. Zimanê malê û dibistanê dibe ku tesîreke neerênî bike li geşedana zarokê. Li wir berpirsyarî û erkeke mezin dikeve ser milê dê û bavan. Lê ji ber ku dê û bavên Kurd, bi piranî neçûne dibistanê yan jî kêm ji derfetên perwerdeyî sûd wergirtine di pêkanîna ew berpirsyarî û erkê de qels in. Ew dixwazin vê qelsiya xwe jî bi jiholêrakirina zimanê dayîkê çareser bikin da ku zarok di navbera du zimanan de bi alozî û nakokiyekê re rûbirû nebe. Di vê mijarê de Serkara YEKMAL'ê û pedagog Gunay Darici destnîşan dike ku wek sazî ew hewl didin ku bikin ku dê û bav duzimanîbûnê ji bo zarokan wek astengî nebînin berovajî wek dewlemendiyekê bipejirînin.
Serkar û pedagog Gunay Darici derbarê armancên saziyên xwe, rola dê û bavan de di perwerdehiya zarokan de, bi duzimanî jiyan û perwerde de pirsên me bersivandin.
YEKMAL çawa hat damezrandin? Ji bo hişyarkirina dê û bavan di perwerdeya zarokan de û di dibistanan de ji bo alîkarbûna perwerdehiya zarokan li Elmanyayê bi roleke çawa rabû?
YEKMAL di sala 1993'an de bi beşdarbûna dê û bavan, bi destê pedagogên civakî û mamosteyan hat avakirin. Yekîtiya Malbatên Kurdan û Kurdîstanî ye. Karê YEKMALê karekî civakî ye, ev bêhtirî bîst salan e ku YEKMAL li Berlînê karekî civakî dike. YEKMAL ji 2009'an ve dest pê kiriye bi karên xwe û perwerdehiyên xwe bi duzimanî pêk bîne. Me di YEKMAL'ê de ji bo zarokan deh pirtûk derxistine hinek ji wan pirtûkan ji bo zarokên dibistanan ên diçin polên yekê heta şeşan. Wekî din me sê çîrokên bi duzimanan derxistin.
Weşanên me bi Elmanî û Kurdî ne, her wiha bi du zaraveyên Kurdî bi Kurmancî û Zazakî ne. Armanca YEKMAL'ê alîkarî dayîna malbatên Kurd e da ku ew jî hînî sîstemê bibin û alîkariyê bidin zarokên xwe. Gelek malbat ji ber dereng hatine bi sîstemê nizanin, wê nas nakin ji bo wê jî em ji wan re semîneran çêdikin, cîvînan li dar dixin, li dibistanan kar dikin. Em dixwazin ew jî bifikirin ka li vir sîstemeke çawa heye, heqê wan û berpirsyariyên wan çi ne bila bizanin. Pirsgirêkên me yên ziman û çanda Kurdî li ba dewletê bi awayekî fermî nayên naskirin.
Xebatên YEKMAL'ê heta niha çawa bandor li ser zarokan kir, her wiha li gorî zarokên bi yekzimanî perwerde dibin, vê yekê cudahiyeke çawa derxist holê?
Ya pêşî, em li dibistanan û li nav malbatan dixwazin bi reng û dengê Kurdan di nav gelan û sîstemê de xwe pênase bikin. Ji bo vê yekê em wergêriyê dikin, bi zimanê Kurdî semîneran didin, di ala û sembolên xwe de zimanê Kurdî û Elmanî derdixin pêş. Vê çaxê zarok jî, malbat jî dibînin ku zimanê wan jî çanda wan jî di nava civakê de heye, hingê ew pirsgirêk namîne ku bibêje "Ka ez di nav civakê de zimanê xwe, çanda xwe veşêrim û bi Kurdî xeber nedim."
Zarokên Kurdan di mala xwe de fêrî Kurdî dibin. Mamosteyekê ji min re got, min ji zarokan pirsî, "Hun bi çend zimanan dizanin." Gelek zarokan got, "Em du zimanan dizanin." Mamoste ji zarokekê Kurd dipirse, "Tu bi çend zimanan dizanî?" Zarokê gotiye, "Bi Tirkî û Elmanî." Mamoste jê re gotiye, "Ma tu ne Kurd î, tu bi Kurdî jî nizanî?." Zarok vê çax dibêje, "Ha rast e."
Ew mînakek e, lê gelek mînakên wiha hene. Zarok jî nasnameya xwe vedişêre yan jî jê fedî dike. Zimanê Kurdî ji zimanan nahesibîne. Me nêzî salekê hêlînek (baxçeyê zarokan) bi duzimanî vekiriye ji bo zarokan. Em bi zarokan re bi Kurdî û Elmanî dipeyivin. Gelek zarokên ku qet bi Kurdî nizanîbûn an jî di nava malê de bi tenê pê dipeyivîn, êdî bi me re an jî bi kesên din re bi Kurdî xeber didin.
Zarokên Kurd ên him li welatê xwe him jî li Ewrûpa di warê perwerdehiyê de xwedî dezavantaj in. Ne bi zimanê xwe, bi zimanê fermî perwerde dibin. Ev rewş çawa tesîrê dike li zarokan û mirov dikare çawa vê yekê safî bike?
Pirsgirêka me ya herî girîng jî ew e ku dewlet bi fermî Kurdî nas nake. Nasnameyên din çiqas ji dewletê alîkariyê bixwazin, bi dest dixin, yên wekî Rûs,Tirk hwd. Em nikarin bi qasî wan alîkariyê bistînin. Herçî ew in, ji bo pirtûk û materyalên ji bo malbat û zarokan amede dikin, dewlet tevahiya mesrefên wan dide. Ya me wek mînak me xwestibû nameyekê ji bo malbat û zarokan çawa bi Tirkî- Elmanî, Rûsî-Elmanî hene, bi Kurdî-Elmanî amade bikin, lê ew daxwaza me bi hinceta malbatên Kurdan jixwe dikarin yan bi Tirkî yan jî bi Erebî xeber bidin, hat redkirin. Me ev yek rexne kir. Belê Kurd dibe ku bi zimanê welatên ku jê hatine zanibin, lê ev nayê wê wateyê ku pêdiviya wan bi Kurdî nîne.
Gelo li Berlînê cihê ku hûn lê kar dikin, Kurdî di dibistanan de wekê dersa bijarte tê bikaranîn?
Mixabin na. Me serlêdan kir da ku Kurdî di dibistanan de were fêrkirin. Wezîrê Karê Perwerdehiyê gazî min kir, erênî didîtîn. Gotin, hûn bikarin di dibistanan de bi awayekî pîlot dest pê bikin, di vê navberê de hûn dikarin ji bo nûneriya Kurdî hûn dikarin bibêjin wezareta Tirkiye jî. Li eyaleta Berlînê ji bo dersên bi zimanê dayîkê sefaret jî alîkariyê dikin. Me daxwaza xwe ji wezareta Tirkeye re jî ragihand lê ne erênî ne neerênî, ti bersiv nedan. Em niha amadekariyan dikin da ku li dibistanan dersên Kurdî bidin, lê piştî dersên dibistanan em ê piştî nîvro çend saetan dersê bidin. Ji pola yekemîn heta pola şeşan em ê vê yekê pêk bînîn. Me bi malbatan re civîn li dar xistin ji bo vê yekê, em hêvî dikin ku di sala 2016'an de em vê projeyê pêk bînin. Ji niha ve em ji bo materyal û mamosteyan bi Enstîtuya Kurdî û saziyên têkildar re dikevin têkiliyê ji ber ku projeyeke pîlot em ê dest pê bikin, em dixwazin karên xwe bi rêkûpêk bimeşînin. Wê zanyar jî vê projeyê bişopînin ka baş diçe an na. Soz dane me, eger proje baş bi rêve here, vê çaxê alîkariyê bidin me ji bo zimanê Kurdî.
Dê û bavên zarokên Kurd kêm derfet hebûn perwerde bibin, gelo ev yek ji bo zarokên Kurd dezavantajek e? Saziyên we ji bo vê mijarê çi kar daniye pêşiya xwe?
Ez dikarim bibêjim, bi tenê ne zarokên Kurdan xwedî derfetên dezavantaj in, gelek zarokên penaber, biyanî ewan a hemû xwedî dezavantaj in. Bivênevê zarokên Elman di warê alîkarîgirtina ji malbatê ve xwedî avantaj in. Ez bi malbatan re gelek caran diaxivim li ser vê mijarê, dibêjin "Em bi Elmanî nizanin." Em ji wan re dibêjin, tu bi kîjan zimanî dizanî bi wî zimanî alîkariyê bide û bi zarokê re xeber bide. Mirov bi tiştekî bizane, bi kîjan zimanê baştir dizane bi wî zimanî ji zarokê re behs bike, pirtûkan bixwîne, sohbet bike. Komeleyên yên mîna ya me bi malbat û zarokan re xebateke hevpar li dar dixe. Malbat zarok tenê bi halê xwe bihêle wek mînak bi telefonên û înternetê tevahî zarok wextê xwe derbas bike ne tiştekî baş e. Hînceta "Ez bi ziman nizanim nikarim" şaş e. Ez bi Elmanî nizanim, lê zimanê xwe dizanim.
Malbatên Kurd derbarê fêrkirina zimanê xwe de xemsar xuya ne, gelo li gorî we sedema vê yekê çi ye? Mirov dikare vê yekê çawa çareser bike?
Herçî li Berlîn e, zimanê Kurdî pirr bala malbatan nakişîne. Me 2014'an helînek (baxçeyê zarokan) ji bo zarokan vekir. Di komên me de him Elmanî him Kurdî tên bikaranîn. Ne tenê zarokên Kurdan, her wiha zarokên Polon, Elman û hwd. jî hene. Heftê carekê ez diçim hêlîna zarokan malbatên Kurdan ji me re dibêjin: "Gelo em bi Kurdî xeber nedin, tenê bi Elmanî bipeyivin ne baştir e?" Yanî di mejiyê me Kurdan te tam girîngiya ziman rûneniştiye. Ez ji bo tevahiya malbatan vê yekê nabêjim, lê ew pirsgirêk hê didome. Malbat dibêjin: "Baş e, lê jixwe em li mal Kurdî bi kar tînin." Me bi malbatan re pir nîqaş kir, duzimanî ne kêmasiyek e berovajî dewlemendî ye. Meriv zimanê dayîkê çiqasî baş zanibe zimanên din ew qas baş fêr dibe. Lê êdî malbatan jî di vê yekê digihijin. Hêlîna me vekiriye jî wek projeyeke pîlot e, sala were em dixwazin hêlînekê din vekin. Çend salên din jî em dixwazin li Berlînê dibistaneke duzimanî a bi navê Ewrûpa vekin, dibistanên ji bo malbatên Kurdan. Ew yek jî ji bo me wê bibe dewlemendiyek.