Îdaman rawestînin
HIDIR ATEŞ
BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlîn û li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, siyasetvanên ku rejîma Îranê ew 9´ê Gulana 2010’an îdam kirî, hatin bibîranîn.
Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Eslamiyan li Berlînê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Di daxuyaniya dema bibîranînê de banga “beramberî komkujiyên li Îranê bêdeng nemînin” hat kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Berlînê, Meclîsa Jinê ya DEST-DAN a Berlînê û KODAR´ê çalakiya li Alexanderplatzê organîze kir. Çalakiya bi rêzgirtinê dest pê kir, daxwaza sereke jî bi pankartekê nîşan da: Ji tevahiya girtiyên siyasî yên li Îranê re azadî!
Di çalakiyê de wêneyên siyasetvan û aktîvîstên Kurd ên rejîmê ew bi dar ve kirî, dovîzên şermezarkirina komkujiyên bi destê rejîma Îranê hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‚Îdam êdî bes in!’, ‘Girtiyên li Îranê bila serbet bibin!’ û ‘Bijî piştgiriya şoreşgeran’ hatin gotin.
‘Ew ti carî teslîm nebûn’
Di daxuyaniya dema çalakiyê de hat bibîrxistin ku rejîma faşîst a Îranê jî yek ji dewletên mêhtinger û dagirker e li Kurdistanê û wiha hat gotin: “Ferzad Kemanger û hevrêyên wî bûn sembola berxwedana li dijî êşkence û zilma li zindanên rejîma faşîzma molayan. Ew ti carî teslîmî rejîmê nebûn. Em bang li dewletên dinyayê û saziyên peywendîdar dikin ku beramberî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin û molayan bidin rawestandin.”
Bibîranîna bi dezgeha agahdarkirinê
Li bajarê Frankfurtê jî Ferzad Kemanger û hevrêyên wî yên ku rejîma Îranê ew 9´ê Gulana 2010´an qetil kirin, bi çalakiyeke dezgehdanînê hatin bibîranîn. Dezgeha agahdarkirinê li meydana Hauptwache hat danîn. Di belavokê de ku li vir hat belavkirin û xwendin, hat gotin, gefa kuştinê ya Îranê ya ku bi bidarvekirinê dibe serî, heta niha bûye sedem ku bi dehan girtî bên îdamkirin.
Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyên Kurd Ramîn Huseyn Penahî jî hat kirin. Rejîmê bidarvekirina Penahî ji bo demeke hîna diyarnekirî bi paşve xistibû. Ji bo înfaznekirina biryarên îdamê, çalakgeran banga hestiyariyê li rêxistinên navneteweyî kir.