Li paytexta Ingilîstanê Londonê Ciwanên Kurd, ji bo betalkirina bidarvekirina girtiyê Kurd ê siyasî yê li Îranê Ramîn Huseyin Panahî bê rawestandin çalakî li dar xist. Ciwanên Kurd ku di nava wan de gelek xwendekar hebûn, li pêşiya avahiya saziya çapemeniyê ya Brîtanî BBC´yê civiyan û siyaseta îdaman a Îranê rûreş kir.
Rejîma Îranê, Çileyê bihurî li çalakgerê ji Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Husseyin Penahî, cezayê îdamê birrîbû. Rejîmê dabû zanîn ku meha Remezanê wê cezayên îdamê neyên înfazkirin. Rayedarên rejîmê dabûn xuyakirin ku piştî cejnê dibe ku ceza bê înfazkirin. Piştî maçên kupaya şampiyonaya cihanê yên pêr, ji ber hin agahiyên li ser îhtîmala înfazkirina ceza belav bûn, ciwanên Kurd li Londonê çalakî li dar xistin.
Ciwanan di çalakiya li pêşiya avahiya BBC´yê de dovîzên banga betalkirina înfazkirina ceza hilgirtin. Hin ciwanan cilûbergên rejîma Îranê temsîl dikin li xwe kir, sêdar hilgirtin ku kesekî bi dirûv Kurd jî li sêdarê hatibû xistin, bala xelkê, raya giştî û çapemeniyê kişandin ser xwe.
LONDON