Murat Demir ê ku bi Hoy Nermê û Rez xwe bi dildarên muzîka Kurdî da hezkirin, dibêje îdela wî ye ku muzîka Kurdî li dinyayê bide nasîn û nîşanî mirovan bide ka muzîka Kurdî çi xweş e.

DÎLAN KARACADAG

Beriya çendekê Murat Demir singleke xwe ya bi navê Rêz derxist. Beriya wê jî Hoy Nermê derxistibû. Ev her du jî ji çanda muzîkê ya herêma Hekariya tên. Murat Demir dibêje, pêşî ji bo mesrefên xwe û debara xwe bike wî bêhtir bi Tirkî gotiye, lê niha ew îdealîst e di vî warî de, hem muzîkê bi Kurdî dike û hem jî li kaniya xwe yanî li Hekariya vegeriyaye. Weke armanca xwe ya sereke jî dibêje, wî daye ber xwe ku muzîka Kurdî bi dinyayê bide nasîn û nîşanî mirovan bide bê ka muzîka miletê Kurd çi xweş e. Niyeta wî ya albûmekê jî ji bo siberojê heye û ew herî zêde jî xwe deyndarê bavê xwe di warê muzîkê de dihesibîne û bavê wî jî ji şa‘irên Hekariyayê ye. Fermo sohbeta me bixwînin.

Gava em dêhna xwe didin kilamên te, sewt û Kurdiya Hekariyê li ber guhê me dikeve. Tesîra Hekarî çi ye di huner û muzikjeniya te de?

Bi rastî gelek tesîra Hekarî û çanda wê li ser min û muzîka min heye. Ew bû cewaba pirsa ka ez di muzîsyeniyê de çi dixwazim. Wê kir ku ez biryarê bidim xizmeta muzîka Kurdî bikim. Bavê min dixwest ez bixwînim. Lê min du caran dest bi xwendina zanîngehê kir û her du caran jî min ew nebir serî. Lê ji ber ku muzîka min diecibîne, rêz girt ji biryara min ya dewamnekirina zanîngehê. Wisa texmîn dikim heke sedemek hebe ji hezkirina min a vê herêmê re, ew jî bavê min e. Lewma ew jî stranbêjekî mezin bû û min bi heyranî lê guhdarî dikir. Bavê min bi qedrê stranên xwe dizanî, vê tesîr li min jî kir.

Gelo tu van rojan li Hekariya yî?

Erê, bi malbata xwe re, em li malê ne, lê ez li odeyek din im. Ez wan jî xwe jî diparêzim.

Çawa berê te ket vê menzila newayan, te çawa xwe da ber barê muzîkê?

Gava zarok bûm min bi zarê dengbêjiya bavê xwe dikir. Beriya bi 12 salan bi awayekî profesyonel dest bi lêxistina tembûrê kir. Piştre min dest bi bilûrê kir; demekê dirêj bi tembûrê derketim ser dikê. Paşê li ser pêşniyaza hevalekî min dest bi gîtarê kir. Demeke dirêj min li înstrumanan da û solîstî kir. Lê bi vî rengî min nekarî muzîka bi dilê xwe bikim. Hingê weke îro ne îdealîst bûm; ji bo ku mesrefên xwe derxim, debara xwe bikim, min bi pirranî bi Tirkî û bi giranî jazz û rock digot. Vê jî ti tişt di warê muzîkê de li min zêde nedikir. Ji bo min biryara herî xweş û herî radîkal ew bû ku ez xizmeta muzîka Kurdî bikim. Ez di ezmûnên zanîngehê de ji bo beşa mamostetiya muzîkê bi ser ketim; lê piştî bi du salan pê hisiyam, ya ez dixwazim ne ev e. Piştre ji bo ku ez karibim muzîka xwe bikim, bi Hoy Nermê ez ketim nav vê alema muzîkê. Mirov bi îdealên xwe dijîn, îdeala min ew e ku ez muzîka Kurdî bi dinyayê bidim nasîn. Ji ber wê jî ez ê vê rêka xwe dewam bikim, bikudînim.

Hey te behsa Hoy Nermê kir, bi ya min xelkê eciband. Xebatên te yên bi vî rengî wê dewam bikin?

Belê me Hoy Nerme weşand û gelek hat ecibandin û em pê gelek kêfxweş bûn, bi min yek ji sedemên wê yekê ku evqas alîkarî û piştgiriya hunerê min hat kirin jî ev e: Temenê min ne gelek e û muzîka min folklorîk e. Her wisa singleya me ya dawî “Rez” jî berî çend rojan hat weşandin. Ew jî straneke bavê min e û ew jî heta niha elaqayeka baş dibîne. Hêvî dikim wisa jî bidome.

Te behsa ‘Rez’ê kir, te got hat ecibandin, kesî fikr û hizra xwe ji te re got?

Hunermendên ez bi qedrê wan dizanim, ên ku ji zarokatiya xwe ve li wan dihisînim, fikra xwe ji min re gotin; vê ez gelekî bextewer kirim û rûmet da min. Ev ji bo ku ez muzîka xwe dewam bikim min motîve dike. Daxwaza min ew e ez nîşanî dinyayê bidim ka muzîka miletê min çiqasî xweş e.

Strana Rez ji bo min pirr taybet e. Gotinên wê yên bavên min in. Min xwest ev bibe jestek ji bavê min re; jixwe desteke herî mezin jî wî da min. Bavê min dengbêjek e, yanî xezîneyek e, lewma ew berheman xweşik heta roja îro tîne.

Êdî fena berê muzîkjen nema albûm û CD’yan derdixin, her tişt li ser platformên înternetê pêk te. Li gorî te ev yek karê muzîkjenên ciwan û zîrek sivik dike yan giran dike?

Van demên dawiyê ne tenê li Rojhilata Navîn hema bêje li dinyayê hemûyî, bi ya min wekî mode single zêdetir xweş tê ji guhdaran re. Lê xeyaleke min e, heke derfet hebin û bingeheke min a xurt jî hebe, min dil heye albûmeka serketî û demeke dirêj neyê jibîrkirin derxim.

Di muzîka Kurdî de her herêm bi serê xwe xwedî xweseriyekê ye, Hekarî çi xweserî û taybetiya xwe heye di muzîka Kurdî de?

Li Hekariya rêzeke cureyan heye; stran hene, payîzok hene, lawje hene, dengbêjî heye... Formên bi vî awayî hene û tiştekê din jî heye, mesela li hêla me ji kesên ku payîzokan dibêjin re, nabêjin dengbêj, dibêjin Şa’ir. Wekî hemû herêman li ba me jî gava dibêjin dengbêj, aliyê Serhedê tê bîra me.

Jixwe van çend salên dawî em dibînin, muzîkjenên ciwan ên Kurd li Bakur êdî berê xwe didin otantîzm û folklora herêma xwe. Li ser vê yekê tu çi dibêjî?

Yanî ji bo min sedemeke kêfxweşiyê ye bes ne tenê di muzîkê de di hêlên hunerê hemûyan de Kurd bi awayekî folklorî hûnera xwe pêk bînin. Helbet divê mirov rêzê li her terz û forma muzîkê jî bigire; mesela blues, Rock û Rap filan. Lewra her şêwazek rengek e û xweza bi rengan xweştir e.

Ji bo siberojê di warê muzîkê de çi fikr û planên te hene? Kilamên te çêkirî hene?

Di muzîka xwe de yekser armanca me ew e ku em stranên kevin ji bin axê derxin û bi Coverê dubare pêşkêş bikin, niha derfet wisa misade dikin û ez vî terzî li xwe tînim jî; lê sibê mirov nizane wê çi biqewime, ango dibe ku siberojê bi şêwazekî cûda em li muzîka modern jî vegerin.

Stranên min nivîsî hene, yên bavê min nivîsî hene û her wisa hin helbestên min tomar kirine hene, lê dilê min heye, heke rojeke bibe nesîb, em albûmê derxin, di albûmê de cî bidim wan berheman.

Di muzîkê de sê delaliyên ber dilê te kî ne?

Xwezî we bigota 10! Gelek gelek hene, lê heke ez tenê 3 kesan bibêjim yê sereke wê bêguman ji bo min M. Arif Cizrawî be, Hesen Şerîf û Tehsîn Taha.