Parêzer Berthold Fresenius yek ji wan parêzeran e ku di dozên Kurdan ên li Elmanyayê de bi erka parastinê radibe û ji parêzerên rojnameya me ye jî. Li ser biryara dadgeriya Belçîkî ya ku got, PKK aliyê şer e û divê dozên li dijî wê jî di çarçoveya hiqûqa şer yan jî hiqûqa navneteweyî de bin, Fresenius got, “Biryara Dadgeha Bilind a li Brukselê, nîşan da ku kesên rexne li qedexeya li dijî PKK´ê ya ji sala 1993´yan ve [li Elmanyayê] lê, digirtin, heq bûn, xebera wan bû. Bi biryarê hat qebûlkirin ku PKK di şerekî çekdarî de aliyek e.”

Di warê siyasî de girîng e

Parêzer Fresenius bi bîr dixe ku biryara Brukselê di warê hiqûqî de mînak e û dibêje, “tesîreke muhim a biryara nimûne ya Dadgeha Bilind a Brukselê heye. Biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê hebû, digot, Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi neheqî PKK di navbera salên 2014 û 2017´an de di ´lîsteya rêxistinên terorê ya YE´yê´ bi cih kiriye; ha wê biryarê biryara Dadgeha Bilind a Brukselê erê kir. Niha dewleta Tirk şerê li dijî Kurdan dewam dike, û hikûmeta Elman destekê didiyê, di vê demê de ev biryar di warê siyasî de pirr girîng e.”

Helwêsta bi serê xwe mesele ya Elmanyayê

Fresenius bi bîr dixe ku salên 2016 û 2017´ê de gava PKK´ê şerê DAIŞ´ê dikir, ji CDU´yê heta bi SPD´ê gelek kesan fikrên ku digotin, PKK ne rêxistineke terorê ye belav bûn û qebûl dibûn; lê li gorî wî ev rewş niha guheriye û dewleta Elman dîsa li ya berê vegeriyaye û ji ber şerê li dijî Kurdan kariye malavahiya Sefîrê Tirk li Berlînê bike.

Dadgeha Federal a Elman sala 2010´an biryarek da û ji ber vê biryarê gelek Kurd hatin dadgehkirin. Fresenius dibêje, “Li gorî vê biryarê destûr hat dayîn xelk li gorî xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman, bi tohmeta ‘Endametiya Rêxistineke Terorê li derveyî welêt’ bê dadgehkirin. Piştî biryarê li elmanyayê gelek Kurd û dostên wan bi navê ´şerê Kurd´ hatin girtin.”

HPG li gorî hiqûqa navneteweyî ye

Ji bo Hêzên Parastina Gel (HPG) jî Fresenius di warê hiqûqî de dibêje, “HPG, gava mirov li rastî û dîroka Tirkiyeyê dinihêre, divê weke aktoreke li gorî hiqûqa navneteweyî bê nirxandin. Yanî nabe ku çalakiyên HPG’ê bikevin ber Qanûna Ceza. Şerê di navbera HPG û Hêzên Çekdarî yên Tirk de îsbat bûye ku bi şertên darîçav li gorî hiqûqa navneteweyî şer e.”

Hêvî heye dozên siyasî hal bibin

Ji bo tesîra muhtemel a biryara Dadgeha Brukselê, Parêzer Fresenius dibêje, “Biryara Dadgeha Bilind a Brukselê tesîreke hiqûqî wê li Elmanyayê neke, lê belê wê helbet tesîra wê li zext û dadgehkirinên li dijî PKK´ê bibe.

Biryara Dadgeha Bilind a li Brukselê, nîşan da ku kesên rexne li qedexeya li dijî PKK´ê ya ji sala 1993´yan ve [li Elmanyayê] lê, digirtin, heq bûn, xebera wan bû. Hingê îdîa kirin ku PKK ´ne li gorî zêhniyeta navneteweyî´ ye. Bi biryarê hat qebûlkirin ku bi nihêrîneke objektîf PKK di şerekî çekdarî de aliyek e.

Biryara Brukselê xwedî maneyeke sembolîk e jî: Êdî hîvîyek heye ku li Elmanyayê lêpirsînên bi îdîaya endametiya PKK´ê, piştî biryara li Brukselê, bi liberçavgirtina pîvanên hiqûqa navneteweyî jî bi dawî bibin, yanî siyasî hal bibin.”