Ji bo bersivdayîn hin aliyên çapemeniyê ku dibêjin ‘Wê pêşmerge derbasî Rojava bibin’ Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên hersê Kantonên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) daxuyaniyek da raya giştî.
Di daxuyaniya kordînasyonê de ev tişt hatin gotin: “Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Rojavayê Kurdistanê em hertim hewl didin ku têkiliyên xwe û karê hevbeş bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê re xurt bikin, wekî kordînasyon em van îdîayên çapemeniyê red dikin, tu niyeteke wiha tune ye. Ev yek di plansaziya Rêveberiya Xweser de tune ye. Rêveberiya Xweser bi hemû hêzên xwe yên wekî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, hêzên Erka Xweparastinê herêmê Rojava û gelê wê diparêzin, li Rojava tenê ev hêzên me anîn rewa ne.
Di heman demê de em ji hêzên Kurdistanî dixwazin ku em li ser bingeha rêzdariyê û nedestwerdanê têkiliyan deynin.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN