Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Sêrtê yê HDP’yî Îdrîs Îlhan, bi biryareke sosret hate gitin. Hinceta girtina Îlhan jî peyama wî ya “Ji ber bilindbûna dolar em têk naçin, ji ber ku em têk diçin dolar bilind dibe” ye.
Îdrîs Îlhan 25’ê Îlonê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.
Piştî lêpirsîna wî ya li midûriyeta polîsan, 26’ê Îlonê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozger ji ber gotina Îlhan a “Ne ji ber ku dolar zêde dibe em têk diçin, ji ber ku em têk diçin dolar zêde dibe. Dolar 7.15” parve kir, bi îdîaya “Muxalefeta li qanûna piyaseya sermayeyê kiriye”, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Heyeta Dadgeha Silh Ceza ya Sêrtê jî bi heman îdîayê der barê Îlhan de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê. Îlhan di parastina xwe de diyar kir ku ev mesele 80 milyon mirovî elaqedar dike û wî nirxandina xwe ya aborî anîye ziman. Lê heyeta ku diyar e bawer dike Îdrîs Îlhan bi manîpulasyona xwe aboriya Tirkiyeyê xira kiriye, biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê.
SÊRT