Serokê şaxa ÎHDê yê Mêrdînî Erdal Kuzu û rêveberên rêxistinê yên bajêr Beşîr Dundar, Huseyîn Cangîr û Kamuran Tanhan li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn..Heyetê cihê bûyerê lêkola û ji xelkên herêmê agahî girtin. Di raporê de tê gotin ku li devera ku 3 sivîl hatine kuştin sivîl der dayên derbas dibin û rayedarên dewletê jî vê yekê dizanin.


Ji KCD’ê peyama sersaxiyê  

Kongreya Civaka Demokrkatîk KCD têkildarî 3 Kurdên Rojavayê Kurdistan ên li ser sînor ji aliyê polîsên taybet ên Tirk ve hatin kuştin peyama sersaxiyê weşand. Kongreya Civaka Demokratîk di daxuyaniya xwe de ragihand ku, “Ên ku bi eraziyên mayînkirî nekarîn vîna gel bişkênin, niha dixwazin bi guleyan vê polîtîkayê bidin berdewam kirin.” KCD’ê bang li dewlet û hikumeta Tirk kir ku dawî li van êrîşan bîne, ne destê dijminahiyê destê biratî û dostaniyê dirêjî gelê Rojava bikin.

Xwendekarên şermezar kir

Xwendevanên ODTU’yê jî ji bo protestokirina qetilkirina 3 Kurdên li ser sinorê Rojava û dîwarê şermê di çalekiyê de bûn. Xwendevanan riya Eskîşehîrê li trafikê girtin. Piştî demekê di nava Kampusê de xwendevanan li ketina A 1 bend danîn. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşî xwendevanan kir. Xwendevan jî bi keviran bersiva polîsan da.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê înfazkirina 3 welatiyên kurd ên ji Rojava ku bi destê cendirmeyên Tirk hatin kuştin, şermezar kir û banga darizandina kujeran kir. Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

 MÊRDÎN