
ÎHD’ê destnîşan kir ku her hefte parêzer bi rêk û pêk ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li rayedarên girtîgehê û dozgerê komarê didin, lê her hefte bi heman hihceta „Keştî xerab e ye“ û „Muxalefeta hewayê heye tên astengkirin û wiha berdewam kir: Lê balkêş e her hefte personel diçin û tên û heta niha ji bo personelan jî tu astengî derneketiye. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku bi zanebûn û plan çûyina parêzeran tên astengkirin. „
‘Hiqûqa navnetewî tê bipêkirin’
ÎHD’ê destnîşan kir ku di 22’ê mijdara 2011’an de 41 parêzerên Rêberê Gelê Kurd hatin binçavkirin û 35 parêzer jê hatin girtin û wiha berdewam kir: „Hemû parêzerên Ocalan bûn. Sucdariya wan jî têkildarî hevdîtina bi parêzeran re bû. Ev yek li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Beriya ku ev operasyon li dijî parêeran pêk bê Serokwezir Erdogan parêzer raste rast hedef nîşan dan.“ ‘Bi milyonan mirov bifikar in’ ÎHD’ê di berdewama daxwaznameyê de destnîşan kir ku pêkanînên li ser Ocalan li dijî xala 47 û 84’an a Înfaza Ceza ya Zagona Înfaza Ceza ya hêjmar 5275’an e û wiha gotin: „Her ji 15 rojan rojê saetekê destûra hevdîtinê heye. Wê saetê jî asteng dikin. Di sala 2003’an de gele Kurd 3 milyon û nîv îmze kom kirin û wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kir. Ji ber rewşa wî ya tenduristiyê 3 milyon û nîv mirov bi fikar û guman in. Niha nêzî 7 hezar girtiyên PKK- KCK ber van pêkanînan ketine gireva birçîbûnê. Ev me jî dixe nava fikaran. ‘Tecrîda giran heye’ ÎHD’ê, di berdewamiyê de wiha nivîsand: „Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 5 meh zêde ye di bin tecrîda giran de ye. Ev her kesî dixe nava fikaran. Ziyareta parêzeran bi sedemên cuda tên astengkirin. Destûr nadin ku parlementer û nûnerên saziyên sivîl ên civakî biçin Îmraliyê. Ji ber hemû van pêkanînên li dijî hiqûqê yên li ser Ocalan em dixwazin ku CPT heyetek serbixwe ava bike û li Îmraliyê lêkolînê bike. ‘Dixwazin Ocalan bi tenê bihêlin’ Serokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, jî anî ziman ku parêzer 5 meh û 18 rojin nikarin biçin Îmraliyê û wiha got: „astengiyên li pêş Ocalan û girtina 35 parêzerên Ocalan skandala hiqûqê ye. Ev pêkanînên keyfî û li dijî zagonan in. Me wekî ÎHD, MAZLUMDER, TÎHV, û saziyên sivîl ên civakî xwest heyeteke ava bikin û biçin Îmraliyê. Lê ev serlêdana me bê encam ma. Niha Îmralî kirine qutiya girtî û naxwazin agahî jê derkeve.
Turkdogan, destnîşan kir ku hemû rêyên diçin Îmralî hatine girtin û tenê rêçek heye û ew jî divê CPT ye. Turkdogan xwest CPT Komîsyonekê ava bike û biçe li Îmrali lêkolîn bike û rayagiştî agahdar bike.
ANF/ENQERE
Hevdîtin careke din hate asteng kirin
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin, dîsa rastî astengiya ‘’Keştiya Xerabe’ hat.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mahmut Taşci, Sînan Zîncîr û Mazlum Dînç ji bo sibê hevdîtin pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê rayedarên dewletê bi hinceta „Keştî xerabe ye“ destûr nedan parêzeran. Destura hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27 tirmeha 2011’an ve nayê dayîn. Daxwaza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya hevdîtinê ev 5 meh 17 rojin bi hinceta „keştî xirabeyê“ û „muxalefeta hewayê“ dîsa hate astengkirin. Parêzer dê di 13’ê çile de ji bo hevdîtinê dîsa serî li rayedaran bidin.
STENBOL