Xebatên damezrandina Înstîtuya Navneteweyî ya Lêkolîna Civakên Kurdî (Inter- national Institute for the Study of Kurdish Society - IISKS) temam bûn. Desteya rêveberiya wê hat ragihandin û map*lpera wê li ser înternetê jî çalak bû. IISKS xwe weke rêxistineke pîşeyî/pispor a der-hikûmetî, ne-siyasî û ne ji bo karê madî terîf dike ku weke dezgehekê hatiye tesewirkirin ji bo lêkolîner û zanyarên elaqeya wan heye ji bo lêkolînên li ser civakên Kurd li seranserê dinyayê. Di birêveberiya IISKS´ê de kesên di lêkolînên li ser civakên Kurd û Kurdistanê pispor û navdar ên weke, Prof. Dr. Philip G. Kreyenbroek, Dr. Michail Chyet, Dr. Khanna Omarkhali, Dr. Jaffer Sheyholislami, Dr. Kamran Matin, Prof. Michael Gunter jî hene. Em bi yekî ji înîsiyatorên Înstîtutê, Dr. Behrûz Çamanara yê pispor e li ser Şahnameyên Kurdî (Behrooz Chamanara) re peyivîn û sohbetek kir li ser serpêhatiya damezrandina IISKS´ê.


IISKS ji bo çi diviyabû were damezrandin, cenabê te, ev înîsiyatîf çawa û kengî da destpê kirin?

Ev çend sal e di hizra min de hebû ku em dezgeheke akademîk ava bikin ku lê her kesê bi karê akademîk ê li ser Kurd û Kurdistanê radibe, karibe şûnekê peyde bike. Lê belê, hîna nû sala 2015´an de bi hevkariya bi Navenda Çandî ya Kurd û Elman a bajarê Elmanyayê Nurnbergê re em ligel civakeke akademîsyenên ji çar parçeyên Kurdistanê re civiyan. Li wir me serê xwe êşand li ser siberoja akademiya Kurdistanî û min pêşniyaza duristkirina vê Înstîtuya Navneteweyî li Elmanyayê kir. Aliyên wê yên taybet hene di warê îdarî de, lewra li gorî beşên zanistî ew hatiye dabeşkirin. Bi herhalî Gulana 2015´an bi awayekî fermî me dest bi xebatên damezrandina IISKS´ê kir. Me destûr û rêzikname nivîsî, û di Adara îsal de em fermî wek Înstîtut hatin pejirandin.    


Piştî damezrandina IISKS a fermî, kar û barên hûn pê rabin wê bibe çi? 

Em dezgeheke akademîk û zanistî ne. Karê me yê esasî berhemanîna akademîk e. Bi vê armancê em ê kovara me Journal of the Study of the Kurdish Studies (JSKS) heye, kitêba salê wê hebe. Komxebatên zanistî, organîzekirina konferansan wê ji bo pêkanîna armanca me ya esasî bibin amûrên me. Em ê herdu salan carekê konferanseke navneteweyî li dar bixin li ser navê IISKS´ê. Li dinyayê her kesê karê zanistî dike li ser civakên Kurdî dikarin beşdarî konferansê bibin. Di mohleta van herdu salan de em ê lêkolîn yan jî xebata zanistî ya herî serketî xelat bikin. 

Beşekî din ên karê me ew e ku em rêbazeke baş û zindî bi pêş bixin ji bo akademîkerên Kurdî di tevnekê de werin cem hev. Ne bi rêbazeke besît a e-mailê, lê belê heke mirov li malpera me binihêrin wê bibînin ku hindekî bi şêwazê facebookê, lê belê bi rengê ku li (12 ta 15) beşên zanistî dabeş bûbe tevneke me ya civakî heye. Her kes dikare peleke xwe veke. Ev kes dikare tevlî mijaran hemûyan bibe, yan jî bi tenê mijarekê, yan jî çend koman bibe, bi awayekî pispor û pîşeyî. 


Gelo ev akedemiyeke li ser tevna înternetê yan şûneke we heye?

Ev rêbaza tevna me ya li ser înternetê ye. Lê belê niha buroyeke me heye li bajarê Elmanyayê Gottingenê. Li wir şûna me heye û me armanc e siberojê pirtûkxaneyekê ava bikin. Ev şûna lêkolîn û çavkaniyan li her kesî vekirî ye. Em dixwazin pirtûkxaneyeke dijîtal jî tevî çend dezgehên din ava bikin. Li derveyî endaman jî herkes wê karibe sûdê jê wergire.Li aliyê din em dixwazin bibin pirek di navbera akademisyenên Kurd û cîhana akademîk a derveyî me. Em ê vê bi hevkariyan (partnership) ligel zanîngeh û înstîtuyan bikin. Bi wî rengî ku em kar û projeyên hevbeş karibin birêve bibin


Birêz Çamanara, bangeke cenabê te heye li zanyarên Kurd li Elmanyayê û li xwendevanên me?

Em bang li akademîsyenên Kurd dikin ku bibin endam. Qeydiya ji bo endametiyê di ser malpera me re mumkin e. Endametî bêpere ye û besît e. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, bi rêya malpera www.iisks.org ev endametî mumkin e. Peywendî jî di ser vê navnîşanê re mumkin e. Em ê pir xweşhal bibin bi endametiya akademisyenên Kurd. Em akdemisyenên Kurd di rewşeke lawaz û xizan de ne weke civaka xwe ya giştî. Ji ber wê jî em niyaza alîkariyê dikin li akademisyen, û civata xwe ku di warê fikr û hizr, di warê rêbaz û her weha madî de jî bi me re alîkar bin. Ev ne bi tenê darayî ye, mirovek bi şêweyê xwebexş yarmetiya me bike, barê me siviktir dike. Hingê em jî dikarin rehettir xizmetê bikin. Jixwe ezmûna civaka Kurd di alîkariya zanistê de pirr kêm e; tevî ku di nava civakên cîran ên wek Fars, Tirk û Ereb de ev rewş guhertiye. Hîna civakên Kurd baş fêr nebûna ka zanist çawa dikare xizmeta civakê bike. Weke gotina dawî rica û tikaya min e ku ew kesên ji wan tê di warê manewî û madî de alîkariya me bikin, bila bi destê me bigirin. 


Dezgeheke nû ji bo lêkolînên li ser civakên Kurdî


Ji ber xurtiya lêkolînên derbarê civakên Kurdî de li zanîngeha Gottingen xwedî mîrateyeke xurt in û IISKS hez dike piştgiriya vê mîrateyê bike buroya xwe li vê bajarî vekiriye. Wekî din kovara akademîk a bi navê JSKS (Journal for Studies of Kurdish Societies) jî ji nihave miracaetên akademisyenan qebûl dike. Dr. Çamanara weha bersiva birsên em li ser van mijaran da.


Buroya we li Gottingenê ye û li wir zanîngehe xurt heye li ser lêkolînên Kurdî, têkiliyên we çawa ne?

Ji ber teqawîtbûna profesor Kreyenbroek niha ew tirs heye ku beşa lêkolînên Kurdî lawaz bibe. Em hêvî dikin ku weke IISKS em palpiştiya mîrateya Kreyenbroek derkevin û piştevaniya beşê li zanîngeha Gottingenê bikin. Li vir sîstema zanîngehê heta radeyekê civaka Kurd û kêşeya Kurd nas dike. Em hez dikin bibin hevkarê zanîngehê û ji vê hevkariyê kelk û sûdê werigirin, armancên xwe pêk bînin.


Ji bo kovara JSKS´ê mirov ji kengê û pê ve dikarin miracaet bikin, û ev miracaet çawa wê pêk were? 

Komên me hene li disîplînên zanistî dabeş bûye yên weke dîrok, wêje, antropolojî, siyasî û hwd. Pêşî divê endamên me yên van beşan temam bibin. Bi her halî ji bo me armance ku em ji bo her yekê ji bo van beşên zanistî hejmareke taybet a kovarê çap bikin. Niha jî di ser rêya malpera me gotar dikarin werin barkirin û zanyar dikarin miracaet bikin. Piştî ku gotar hat şandin, em wan ji edîtor re dişînin. Bi rêya edîtorê ku kesê pispor e, ew gotar ji bo kontrola rêbaza peerreview, ji çend kesên pisporên mijarê re tê şandin. Hingê di dawiya pêvajoyê de wisa hizir dikim ku pêre pêre kovara me JSKS wê li ser mijarên taybet ên weke dîn, wêje û ziman bêne der. Weke min gotî li ser malpera me niha jî dikarin gotaran bişînin, navê xwe, yê gotara xwe binivîsin û bibêjin ka ew ji bo kîjan beşê dişînin.  

ji bo van karan dikarin di ser malpera me re têkiliyê deynin. Li ser beşa ji bo JSKS´ê veqetandî. Edîtorên beşan paşê bi gotaran re elaqedar dibin û dişînin ji akademisyenên pisporê mijarê re.



LOKMAN TURGUT