Berî bi sê rojan me nûçeya Îmadê 12 salî belav kiribû ku li Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ´ê hatibû rizgarkirin. Wêneyê Îmad nîşan dida ka di çi şert û mercên xirab de hatiye ragirtin û ka şer jî bi ser de, çawa kiriye ku serpêhatiya wî veguhere trajediyeke tesewirkirina wê zehmet û heta ne mumkin.
Çawa ku me di nûçeyê de jî da bû zanîn dayika kurik li Kanadayê tê dermankirin. Dayika wî, Nofa Zexla ya ku wêneyê kurê xwe Îmad Mişko Temo dîtin, got, “Me bawer nedikir ku em careke din wî bibînim bi saxî. Ez ji ber rewşa wî gelekî xemgîn û dilgiran bûm dema min wêne dît“. Ji Nofa we bû kurê wê miriye, hîna beriya bi sê rojan tiyê wê telefonî wê dike û jê re dibêje, Îmad sax e û ji destê DAIŞ´ê hatiye rizgarkirin. Ew paşê bi kurê xwe Îmad re bi telefonê peyiviye ku jê re gotiye, “Ez baş im, ez ê baş bibim”. Lê bi çavên şil û rondik barîn dibêje, “Zarokekî 12 salî ne ewle ye heta ku neyê cem dayika xwe û ne di himbêza wê de be“.
Nofa hêvî dike ku hikûmeta Kanadayî zend û benda bade û bilezîne da ku li bajarê Manitobayê wê û kurê wê bigihîne hev.
Nofa tevî mêrê xwe û 6 zarokên xwe di fermana 3´yê Tebaxê de ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve hatibû revandin û ji mêrê xwe û du zarokên xwe yîn mezin hatibû veqetandin. Di dema êrişeke li dijî cihê dawî lê dihat ragirtin de, Nofa karîbû tevî 4 zarokên xwe yên piçûk xwe ji destê çeteyan rizgar bike.
TORONTO