Elmanya ji bo îmaman perwerde bike di çarçoveya projeya pîlot de li Osnabrûckê ''Koleja Îslamê'' ava dike.

  DÎTÎB  ku bi sîxûriya dewleta Tirk ketî rojevê, ji projeyê aciz bû û got, ''Ne ji karê dewletê ye.''

Dewleta Tirk piştî darbeya eskerî ya 12´ê Îlona 1980 dest avêt mizgeftên li Ewrûpayê, nexasim jî yên li Elmanyayê û bi destê istixbarata Tirk MITê rêxistin û tevneke berfireh a sîxuriyê danî. Ev mizgeft gelek caran bi mijarên sîxurtiyê û pereyê reş ketin rojevê. Çend caran jî di vî warî de hinek sîxurên dewleta Tirk hatin girtin û dersînorkirin. Ji lewra Elmanya di vî warî de li gorî xwe li hin çareseriyan digere. Di vê çarçoveyê de  Elmanya li Osnabrûckê bi hevkariya komeleyên îslamî, doh projeyeke pîlot dide destpêkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Neue Osnabrûcker Zeîtûngê Zanîngeha Osnabrûckê jî destekê dide projeyê. Di çarçoweya projeya pîlot de wê ''koleja îslamî'' were avakirin.

Wezareta Karê Derve ku ji rojnameyê re axivî, got zanîngeh bi komeleyan re didin û distînin.

Elmanyayê îmaman perwerde bike

Rojnameya Neue Osnabrûcker Zeitungê dinivîse ku hikûmet di budçeya 2020'an de cara pêşî ye plan dike ku fonekê ji vî karî re terxan bike.

Tê gotin, ji bo ''projeya modêl ya ji bo perwerdekirina komên dînî yên Îslamî'' 400 hezar euro hatiye terxankirin.

Komele û şexsên Îslamî wê bikaribin bibin endamê komeleya ku xwe daye ber projeyê. Di nav van de Konseya Navendî ya Misilmanên Elmanya jî heye.

Serokê Konseyê Aîman Mazyek got, ''Her demê me dixwest ku Elmanya îmaman perwerde bike.''

Tirk ji projeyê aciz bûn

DÎTÎB (Yekîtiya Tirk a Îslamê ya Karê Diyanetê) ji vê projeyê aciz bû. Li gorî nûçeya ajansa Elman DW'yê Serokê DÎTÎB'ê yê Saksonyaya Jêr û Yekîtiya Eyaletên Bremenê Dr. Alî Îhsan Unlu got, ''Perwerdekirina îmaman ne karê dewletê lê kar û barê komên dînî ye''. DÎTÎB bi xwe jî di kontrola dewleta Tirk de ye, û gelek caran bi sîxûrtiyê, pereyên reş û pîlana reşkujiya Kurdan dikeve rojevê. Mûçeyên îmamên DÎTÎB'ê hemûyan jî dewleta Tirk dide.

 

NAVENDA NÛÇEYAN