Derhênerê navdar ê îtalî Bernardo Bertolucci ku bi filma xwe ya bi navê 1900, Robert de Niro û Gerard Depardieu anîbûn cem hev, di 77 saliya xwe de wefat kir. Wî gelek filmên girîng pêşkêşî sînemaya îtalya û dinyayê kirin.

Bernardo Bertolucci ev demeke dirêj bû ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Bertolucci di sala 1941’ê de li Parmayê hatiye dinê, di sala 1961’ê de dema derhêner Pier Pasolini nas kir jî êdî xwe berdide nav sînemayê.

Di filma Pasolini ya bi navê ”Accatone” de cîgirê derhêner e û paşê yekem senaryoya xwe bi navê ”La Commare Secca” dinivîse. Film li Venedîkê bi ser dikeve.

   

Filma ”1900” deng vedide

Di sala 1964’an de Before the Revolution (Beriya Şoreşê) dikişîne. Bi navê ”Once Upon A Time In The West (Carekê ji caran li rojava)”, ”The Spider’s Stratagem (Plana pîrê)”, ”The Conformist”, ”Last Tango in Paris (Tangoya dawî li Parîsê)” çêdike. Lê herî zêde bi filma ”1900” navdar dibe. Filma ku di sala 1976’an de çêdike, bi serlîstikvaniya Robert De Niro û Gerard Depardieu ye. Filma li ser du nifşên çepgir û faşîst e, hem dike ku Bertolucci li dinyayê navdar bibe, hem jî filma wî bi herfên zêrîn di nav sînemaya dinyayê de cihê xwe digire.

Bi ”La Luna”, ”Tragedy of a Ridiculuos Man (Trajediya mêrê kenê mirov pê bê)” îstîqrara xwe dewam kir û di 1985‘an de bi navê ”The Last Emperor (Împaretorê dawî)” li ser împaratorê dawî yê Çînê Pu Yi filmeke nû çêkir û tam 9 Oscar pê wergirtin.

Sala 1990’î ”The Sheltering Sky (Ezmanê star dike)” sala

1992’yan ”Little Buddha (Bûdayê piçûk)“ sala 1995’an ”Stealing Beauty (Dizîna bedewiyê)” çêdike.

Bertolucci herî dawî 2012’an filma ”lo e Te (Ez û Tu)“ çêkir ku senaryoya wê jî wî nivîsîbû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN