Ingilîstan şirîkê sûcên Tirkiyeyê ye
Endamên Civaka Kurd û dostên wan ên Skoçyayî, li Skoçyayê pêr li Edinburghê çalakiyek li dar xist. Wan di çalakiya xwe de hikûmeta Ingilîstanê jî gunehbar kir bi şirîkatiya sûcên wê yên li dijî mirovahiyê. Tevî wan komên piştgiriya Kurdistanê yên li Ingilîstan, Skoçya û Galiyayê jî hikûmet bi şirîkatiya sûcên dewleta Tirk gunehbar kir. Di nava wan de CAAT (Kampanyaya li dijî ticareta sîlehan) û KSC (Kampanyaya piştgiriya bi Kurdistanê re) jî hene. CAAT’ê bi bîr xist ku Ingilîstanê ji 2014’an ve bi bihayê 1.1 milyar poundî sîleh firotine Tirkiyeyê. Rojnameya The Morning Starê jî got, ji Wezareta Karê derve James Cleverly jî lê mikur hatiye ku hikûmetê destûr daye şirketa EDO MBM Technology ya li Brightonê da ku materyal û ekîpmanên sîlehan bifiroşe artêşa Tirk. Ev jî ji bo dronên bi sîleh ên Tirk hatibûn bikaranîn.
KSC dibêje, dewleta Tirk li dijî Şengalê, li dijî Rojava û li dijî Kurdistanê van sîlehan bi kar tîne û li Lîbyayê jî ambargoya Neteweyên Yekbûyî binpê dike û bi kar tîne.
Berdevka KSC’yê Rosa Gilbert ji bo vê yekê got, “Hikûmeta Meliktiya Yekbûyî bi temamî şirîkê şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan e.” Bi ya wê ji ber vê jî divê hesab jê bê pirsîn.
Ji CAAT’ê Andrew Smith jî got, “Heta ku Meliktiya Yekbûyî hêzên Tirk çekdar bikin, ew di heman demê de xwe dikin şirîkê sûcên wan. Heger Boris Johnson û hevkarên wî dixwazin alîkar bin, divê bê kêmasî lê bê kolan ka sîlehên Meliktiya Yekbûyî hatine bi kar anîn û firotina sîlehan ji bo siberojê bi temamî bê qedexekirin. LONDON