Rojnameya Ingilîz a navdar The Times bi nûçeya xwe got, delîl hene ku nîşan didin Ingilîstanê ev fosfora dikare di sîlehan de were bikaranîn, firotiye Tirkiyeyê. Rojname dibêje, dibe ku ev sîleh li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê hatibe bikaranîn.

Nûçeya bi îmzeya rojnamevan Lucy Fisher, ji bo nûçeya xwe wêneyê Mohammed Hamid (Mihemed Hemîd) ê 13 salî jî parve kiriye ku laşê wî bi sîlehên dewleta Tirk bi temamî şewitîbû. Rojnameyê derxist holê ku di nava 20 salên dawiyê de wezaretên Ingilîstanê destûra îxracata 70 hilberînên eskerî daye ku di nava wan de fosfor jî hebûye. Rojnamevanî her wiha diyar kir ku pisporekî kîmyayê yê Ingilîz gotiye, testên li ser birînan û devera cihê êrişê dikarin derxin holê ka ev fosfora spî ya di van sîlehan de hatiye bikarnaîn ji kîjan welatî ye.

 

LONDON