Sendîkaya PROSPECT a Îngilîstanê ku zanyar, hunermend û endezyar endamên wê ne, tevlî kampanya ya ji bo azadiya Ocalan bû.

183 hezar endamên sendîkaya PROSPECT hene. Endamên sendîkayê li karên çandinî, weşana radyoyê, parastin, perwerde, servîsên zarokan, enerjî, hawirdor, mîrateya çandî, deryayî, telekom û ragihandinê dixebitin. Sendîkaya ku li zêdeyî 600 branşên li sektorên bingehîn xwe bi rêxistin kiriye, li gelemperiya Îngilîstanê personelên xwe hene.

Navenda sendîkayê ya li Londonê, hefteya borî desteya xwe ya rêveber li hev civand û biryar da ku destekê bide kampanya “Freedom for Ocalan”. Sendîkaya PROSPECT mîna sendîkaya USDAW’ê bi giranî tevlî kampanyayên piştevaniyê yên navneteweyî nabe. Lê belê her du sendîkayan ji bo azadiya Ocalan tevlî kampanyayê bûn.

Desteka bi milyonan e

Kampanyaya “Freedom for Ocalan” beriya niha bi du salan li Brîtanyayê dest pê kir û niha bi desteka sendîkayên girîng didome. Kampanya “Freedom for Ocalan” bûye yek ji mezintirîn kampanyayên ku li Îngilîstanê tê meşandin û ji aliyê sendîka û rêxistinên ku temsîla bi milyonan kesî dikin, tê birêvebirin.

Kampanya, ji aliyê Sendîkaya Unite the Union û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) ve sala 2016’an li Kamara Avamê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kiribû. Unite the Union sendîkaya herî mezin a li Îngilîstanê û Gallerê ye û 1,5 milyon endamên xwe hene. GMB’ê jî 800 hezar endamên xwe hene.

Tevî sendîkayên USDAW û PROSPECT’ê gelek sendîkayên din destekê didin vê kampanyayê.

Her wiha Thompsons Solicitors ku 750 parêzer endamên wê ne, piştgiriyeke xurt dabû kampanya ji bo azadiya Ocalan.

Festîvala herî mezin diyarî Ocalan kir

Wekî din, mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê “Durham Miners Gala” ku 14-16’ê Tîrmehê wê bê kirin, diyarî Ocalan hate kirin. Tê payin ku zêdeyî 200 hezar kes tevlî festîvalê bibin. Festîvala “Durham Miners Gala” 134 sal in bi rengekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidarxistin.

ANF/LONDON