15’ê Adarê salvegera destpêka serîrakirina li ber rêjîma Baas e. Serîrakirina ku li Deriayê 2011’an destpêkir û li tevahî Sûrî belav bû, bi daxwaza dawîlêanîna li zilmê bû. 9 sal di ser vê rojê re derbas dibin û em dikevin sala 10’an. Ji ber rikeberiya serhişk û şaş di encamê de Sûriya tev wêran bû, bi sedhezaran ji gelên Sûrî hatin kuştin û bi milyonan bûn koçber, penaber. Sersedema vê felaketê jî israrkirina rêjîmê di zêhniyeta kuştin, qetilkirin û desthilatperestiyê de û dîsa daxwaza wê ya har a domandina sîstema şovînîst û dîkteroriyê bû.

Di 15’ê Adarê de gelê Ereb li dijî zilma rêjîma Baas rabû, lê serîrakirina gelê kurd li ber zilma rejîmên faşîst û şovînîst yên dagirkerên li ser kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj e. Çi li Rojava û çi li Başûr li dijî Baasiyan, çi li Rojhilat li dijî sîstema di kirasê komara Îslamî de ku gelê kurd qetil dike û înkar dike, çi jî li Bakurê Kurdistanê ku di bin navê komargeriyê de ku gelê Kurd qetil dike, înkar dike û tekperestiyê ferz dike. Bi vê jî siyaseteke qirkirinê û kokqelandinê dimeşînin.

Meha Adarê ji bo gelê Kurd meha serhildanê û destpêkeke nû ye. Adar meha sertaca mehan e. Ew meha Newrozê ye. Beşar Esed di meheke welê de rabû hêkên hesinî kir. Esed derket û got: “Kurd tine  ne, ew mihacir in û doza kurdî tiştekî xeyalî ye”. Bêguman ji van rejîmên înkarker û qirker tiştekî nayê payîn, lê mirov dibêje, belkî rejîmeke ewqasî bibinketî û jihevdeketî hinekî biaqil bibe û qet nebe ji bo xwe ji vê qûnşiliyê xilas bike gaveke maqûl biavêje. Naxwe gotinên wî ji bo ne xerîb in, û me matmayî nahêle. Ya rastî, mirov li hemberî vê israra wî ya di malwêrankirin û xwînrijandinê de diheyire. Kurd dibêjin, mirov ji xwe re piçekî biaqil dibe.

Dema em li salên pêşî yê şoreşê vedigerin, em dîsa dîsa dibînin ku her xwestine gelê kurd tine bikin û qir bikin. Dema ku DAIŞ’ê 2014’an êrişî Kobanê kir, wê demê ev rêjîma ku îro gelê Kurd înkar dike, çawa ku Erdogan li bendê bû Kobanî bikeve, ew jî li bendê bû û ji êrişên li ser gelê Kurd qet ne aciz bû. Ger kesek berovajî vê îddîa bike û em ê wisa jê bipirsin; ma qada hewayî wê demê ne di destê rejîmê de bû beriya ku koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê destekê bide hêzên YPG’ê li Kobanê û qada hewayî bixe kontrola xwe? Lê nekir û heta deng jî dernexist. Îro radibin dibêjin ku Kurda li dijî dagirkeriya Tirk şer nekiriye. Ê de koro bibîne, kero bibihîse û lalo biaxive. Ma yê 58 rojan li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe da ne gelê kurd bû. Ma yê li Serêkaniyê û Girêspî li ber xwe dan û li hember dagirkeriyê sekinîn ne kurd bûn? Îca îro derdikevin û gelê kurda him înkar dikin û him jî bêbextiyan lê dikin.

Me ji endama desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif pirsî, ka ev çi gotine û hûn li ser vê helwestê çi dibêjin û dema van galgal û gotinan çawa dibînin, şîrove dikin? Rêzdar Yûsif bi van gotinan rewşa Beşar El-Esed anî ziman; “Întîhareke siyasî ye û terzekî klasîk ê înkarê ye. Heman terzê deshilata Tirk e ku ewqas sal bi kar tîne. Esed bi van gotinan ji Erdogan re dibêje, ‘ez jî di qetilkirina kurdan de bi te re meʼ”.

Me nêrîna rêveberiya xweser ji berdevkê wê Lûqman Ehmê jî pirsî, û gote me; “Çiqas gotin siyasî be, çiqas bo xweşkirina dilê serokê desthilata Tirk Erdogan be jî, siyaset li ser dîrok û rastiyê nabe, yên dîroka gelê kurd înkar kirine hemû çûne ser sergoya dîrokê.”

Pêşiyên me gotine; “Bila mirov çav kor be, lê ne bêbext û nankor be.” Ger ne ji gelê Kurd ba, niha DAIŞ li Şamê bû û Erdogan li mizgefta Emewî nimêj dikir çawa ku deng li Esed kiribû.