NASA´yê pêr serketî mekîneya xwe ya lîkolîna fezayê InSight bi awayekî serketî şand gerstêrka Marsê. Maşînê li Marsê danî û wêneyê pêşî jî ji dinyayê re şand. Mîsyona vê maşînê li gorî agahiyên NASA´yê lêkolîna bin qemûşka xwuya ya Marsê ye. Ango dixwaze zanibe ka ev gerstêrk ji çi û çawa çêbûye û pê jî ya rastî fêm bike ka dinyaya me çawa çêbûye.
Ji ber ku dinyaya me gelekî çalak e û tevahiya şop û dewsên rabihuriiya xwe serketî jê dibe, gerstêrkeke weke Marsê ku têra xwe pasîf e, gelekî muhtemel e ku dewsên pêkhatina xwe hîna mihafeze dike.
Axir InSight xwedî wan derfet û amûrên lêkolîna jeodesiyê û germahiyê ye, ji hemûyan jî li pêştir wê bi tevgerên sîsmîk (hejiyana erd, erdhejî) hewl bide pêkhateyên di bin zemînê xuya de tesbît bike.
InSight piştî rêwîtiyeke 458 milyon kîlometreyî gihişt gerstêrka sor. Maşîn bi leza saetê 19800 kîlometre kete atmosfera Marsê û di nava 6 deqîqe û nîvan de li Marsê danî. Ew ê heta 24 Mijdara 2020´an li Marsê lêkolînên xwe dewam bike.
WASHINGTON