75  Înternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan ji Luksembûrgê bi rê ketin, piştî meşa 223 kîlometreyan gihiştin Strasbourgê. Înternasyonalîst dibêjin, Ocalan fîlozofekî xurt e ku vîzyonê ji pirsgirêkên serdemê re diafirîne.

Di koma ji 75 înternasyonalîstan de welatiyên Spanya, Elmanya, Portekîz, Kolombiya, Katalonya, Bask, Endulus, Fînlandiya, Galîçya, Norwêc, Îtalya û Swîsreyê hene.

Li gorî gotinên înternasyonalîstan, sedema herî girîng a tevlîbûna wan li meşa dirêj nêrînên Ocalan e. Hinekan ji wan nêrînên Ocalan bi xwe xwendine û ketine bin bandora wê. Hinek jî ketine bin bandora Şoreşa Rojava ku çavkaniya xwe nêrînên Ocalan e. Ji ber vê yekê dirûşmên “Rojava wê bibe goristana faşîzmê” dibêjin û nîşan didin ku ew xwedî li Rojava derdikevin.

Li gorî wan, Ocalan fîlozofekî gelekî xurt e û vîzyona çareseriyê ji bo pirsgirêkên serdemê diafirîne. Pênaseya modernîteya demokratîk û nêrînên Ocalan ên li ser têkoşîna azadiya jinê bi taybetî bala jin û mêrên înternasyonalîst dikişînin.

Û jin jiyan azadî

Qederê nîvê înternasyonalîstan jin in. 34 jinên înternasyonalîst pêr nameyeke piştgiriyê ji Leyla Guven re şandibûn. Jinên înternasyonalîst di meşê de bi Kurdî dirûşma ‘Sara, Rojbîn, Ronahî - Jin Jiyan Azadî’ dibêjin.

Înternasyonalîstên ku mîmar, parêzer, doktor, pisporên têkiliyên navneteweyî, rojnamevan û ji gelek pîşeyan in, demokratên radîkal û femînîst in.

 

STRASBOURG