Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku şervanê înternasyonalîst Lorenzo Orstettî (Têkoşer Piling) ê ji Îtalyayê, li Baxozê di 18’ê Adara 2019’an de şehîd bûye.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin; “Rêhevalê me Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ku sala 2017’an tevlî nav refên berxwedanê yên Rojava bûye, bi nasnameya xwe ya şoreşgerê înternasyonalîst di nav tekoşîna azadiyê de cîhê xwe bi awayekî çalak girtiye. Rêhevalê me Têkoşer cîhê xwe di nav Yekîneyên Înternasyonelîst de ku di bin sîwana YPG’ê de ye, girtiye û li hemberî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, li herî pêş cîhê xwe girtiye û di her rewşê de tekoşîna azadiyê bi biryardarî meşandiye.

Bi taybetî li Dêra Zorê jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kiriye û dîsa cîhê xwe li herî pêş girtiye. Rêhevalê me Têkoşer di nav Tevgera TKP/ML-TİKKO de xebat meşandiye, bi şênberkirina nirxên sosyalîzmê ya gerdûnî de, bûye xwedî sekneke mînak.

Rêhevalê me Têkoşer ku bi girêdana xwe ya şoreşa azadiyê re û bi jiyana xwe ya mînak bû, di 18’ê Adarê de, di herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de di şer de şehîd bû. Em careke din hemû rêhevalên xwe yên Înternasyonalîst ku di şoreşa Rojava de şehîd bûne bi bîr tînin û em ji bo malbata hêja ya rêhevalê me Têkoşer sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdî wiha ye;

Têkoşer Piling (Lorenzo Orsettî) li Îtalyayê sala 1986´an ji dayik bûye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN