EGÎD EREN / STUTTGART

Di çalakiyên xwedîderketina li Rojava de li Elmanyayê dostên Kurdistaniyan jî her li meydanan in.

Hin ji van dostan jî Renate Mutshler, Marc Stehle û Christel Beck in. Hevberdevkên Komîteya Piştgiriyê ya Göppingenê ya Konfederalîzma Demokratîk li Bakurê Sûriyê Renate Mutshler 68), Marc Stehle (43) û endamê heman komîteyê li ser karê xwe yê piştgiriyê bi me re peyivîn.

Renate Mutschler demekê di nava karê tenduristiyê de di nava Tabura Înternasyonalîst a li Rojava de jî maye. Ew ji bo çalakiyên ji bo Rojava dibêje, “Ez ne razî me, me dikarî bêhtir bikira. Pişgiriya navneteweyî bi rastî muhîm e, û divê bê xurtkirin. Û xurtkirina wê mumkin e jî.“

Hevberdevkê din Marc Stehle jî behsa sîstema li Rojava dike û dibêje, “Sîstema li wir tê avakirin gelek tişt fêrî me kirin. Sîstem ne formalîte ye. Fikreke nû heye li wir. jiyanake ku lê komîn cihê yên etnîk, jin û mêr aştiyane cihê xwe têde bibînin. Ew dixwazin sîstemeke bê zext û bê mêhtingerî ava bikin.”

Endamê komîteyê Marc Stehle jî dibêje, “Heger li Elmanyayê em civak hemû li ber vî şerî rabin em dikarin wî asteng bikin.”

Malpera komîteyê ya li înternetê jî ev e: gprojava.blogsport.eu