Di nûçeyeke hevalê me Azîz Ogur a li ser înternasyonalîstên berê xwe dane Rojava de, îro di rojnameya me de hem serpêhatiya wan a û hem jî ezm û hewldana wan a fêrbûna zimanê Kurdî derdikeve pêş. Em ê ji vê nûçeyê beşa li ser fêrbûna zimanê Kurdî bi we xwînerên Kurmanciyê re parve bikin.
Hin ji van înternasyonalîstên ku piştî dîtina zilma DAIŞ´ê yan jî piştî xwendin û naskirina têkoşîna Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berê xwe dayî Rojava, ji ber astengiyan divê demekê li benda vebûna rêyan û peydebûna derfetên derbaskirina sînor bimînin. Hevalê me Azîz Ogur li mekanekî vê payîna li ser rêya şoreşê rasta 4´an ji van înternasyonalîstan hat.
Ev her çar înternasyonalîst di vê dema payînê de bi fêrbûna Kurdî mijûl dibin; di destê yekî ji wan de jî pirtûka Kamûran Bedirxan a fêrkirina kurdî ji bo Fransiyan heye. Ciwanê ji Franseyê hatî pirtûk bi xwe re aniye. Ew peyv û hevokên Kurdî werdigerîne Fransî û mamosteyê Ingilîzî yê ji Emerîkayê jî dersa zimên weke pedagogekî dide her sê hevalan xwe yên din.
Em hemû şoreşger in
Li ser mijarê Ogur wisa dewam dike: Ku ne gelekî neçar bin, zim anekî din ne, bi me re bi Kurdî hewl didin têkiliyê deynin. Dema ku em sohbetê dikin, li maseya kêlekê replîkên temrînê yên mîna "Ez şoreşgerim, tu şoreşger î, ew şoreşger e, em hemû şoreşger in” tên bihîstin, yan jî xwarin û vexwerina beriya bi kêliyekî xwarî û vexwarî bi dengekî bilind temrîn dibêjin “tirşik, eee cacik, him himm savar, nan, av !...” piştre jî performansên ku her kesî ji wan re li çepikan dixist derdiketin holê.
Ew ecêbmayî diman li vî mekanê ku ji her devara Kurdistanê mirov lê, dema ku wan li peyvekê dipirsî û gelek bersivên ji hev cihê li wan vedigeriyan. Dema ku fêr bûn ez demeke dirêj bi Kurdî mijûl daketime, êdî pirsên xwe ji min kirin. Min ji wan re got, pêşî divê hûn fêrî dengên Kurdî bibin, wan jî keysa xw elê anî û min bêhtirî saetekê derseke pişûk da wan nexasim jî li herfên dengdêr û ziravkirinan. Piştî her hevoka min, bi dorê digotin, baş e heval, spas heval."
Hemiyan yek e yeqîn dost
Ev her çar înternasyonalîstên Azîz Ogur behsa wan dike, yek jê Heval Kalaşnîkof e, vî navî ew li xwe dike ji bo vê hevpeyvînê Ew bi eslê xwe ji malbateke Gineyî ya Efrîkayê ye ku li Franseyê dima û li wir ji jiyanê razî nîne. Ew demeke dirêj Kurdan li Franseyê nas dike û ev jî weke germî û civakîbûnê xwe di têkiliyê wî de dide der.
Kurekî ji malbateke Tirkên Qibrisê yê ji Londonê berê xwe dayî Rojava jî di nava komê de ye. Ji malbateke halxweş e, lê belê dibêje, xirabiyê kir ku ez biryarê bidim tevlînav refên Şoreşa Rojava bibim. Înternasyonalîstê sêyem jî ji Eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Ew jî di nava artêşa Emerîkî de berê esker bû û ji ber ku fikiriye DYE li dijî DAIŞ´ê têra xwe çalak nîne, îstîfa dike û berê xwe dide menzîla Şoreşa Rojava. Înternasyonalîstê çarem jî ji DYE´y ye; ew mamoste bûye û dibêje, "Ez nîzama mêhtingeriyê aciz bûm" û ji ber wê jî li vê rawestgehêye ku biçe Rojavayê Kurdistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN