Mehmet Boztepe yê ji Rihayê ku li Enqereyê di nava artêşa Tirk de eskerî dikir, hate kuştin. Dewleta Tirk îdîa kir ku Boztepe xwe kuştiye, lê tê gotin, Boztepe hatiye kuştin.

Ciwanên Kurd ên li nava artêşa Tirk eskeriya bi darê zorê dikin yek bi yek tên kuştin. Dewleta Tirk îdîa dike ku ciwanên Kurd xwe dikujin. Lê rastiya ku meseleyê bêhtir ew e ku ciwan tên kuştin û weke ku întîhar kiribin, ev tê nîşandan.

Mehmet Boztepe yê ji Rihayê, li Mehmetcîk Gazînosû ya li taxa Ûlûsê ya navçeya Altindag a Enqereyê, eskerî dikir û hate îdîakirin ku wî xwe kuştiye. Cenazeyê Boztepe pêr bi şev li kulûbeya nobetê hate dîtin.

Malbat çû Enqereyê û piştî otopsiyê wê cenazeyê kurê xwe rake. Cenazeyê Boztepe wê li navçeya Heweng a ser bi Rihayê were veşartin.

´Xwe kuştiye´ derewa dewleta Tirk e

Ji bo Omer Farûk Demîrkol ê ji Rihayê jî dewleta Tirk îdîa kiribû ku li Fermandariya Jendermeyan a Kîlîsê xwe kuştiye.

Pirraniya ciwanên ku tê gotin di artêşa Tirk de ‘xwe kuştine’ Kurd in. Gelek caran fîşek li pişta wan dikevin û ji bo vê jî dibêjin, ‘xwe bi xwe kuştiye’.

 

ENQERE