Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Mûradî ku beriya bi çend rojan li Pêncwênê hat qetilkirin, li paytexta Swêdê Stockholmê hate bibîranîn. Merasîma bibîranînê bi sirûda Ey Reqîp û rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê rêxistina Stockholmê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Amîr Babakrî axivî. Babakrî diyar kir ku rejîma Îranê di polîtîka hundir û derve de xitimî ye û careke din serî li rê û rêbazên terorê daye. Babakrî êrişên rejîma Îranê yên li dijî Mûradî û Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) weke nîşaneya tengaviya rejîmê nirxand û destnîşan kir ku êrişên rejîmê wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigirin. Hamîd Aliyalî jî pêşniyaza KODAR û PJAK’ê ya ji bo çareseriyê beriya hefteyekê pêşkêş kirî, bi bîr xist û got, “Lê belê Îranê bi komkujiyan bersiv da pêşniyaza ji bo aştiyê.” Endamê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê, Hasan Selspî jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîdkirî weke mînak nîşan da û got, Kurd ji zindanê û mirinê natirsin. Selspî bal kişand ser girîngiya hevgirtina hemû partî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê. ANF/STOCKHOLM