Kurt û Kurmancî Amedî vê bersivê didin dîktatorê Tirk Erdogan: Bila dest ji tehdîtkirina me berdin. Ev gel rê, partî û dostê xwe baş nas dike. Em jî wî û qeyûmên wî nas nakin.
ESRA SOLÎN DAL / MA / AMED
Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya “Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin” a dîktatorê Tirk Erdogan da û got, “Ew hezar carî jî qeyûman tayîn bikin, em ê hezar carî jî namzetê xwe bibijêrin.”
Beriya hilbijartinên cihî bi 6 mehan ku wê Adara 2019’an bi rê ve biçin, Serokê Giştî yê AKP’ê û dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan HDP’ê kir hedef û got: “Em ê dîsa qeyûman tayîn bikin.” Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da.
Mehmet Kortepe yê ku dikandar e, got, beriya hilbijartinê dixwaze bi daxuyaniyan îradeya gelê kurd bişikîne: “Her roj behsa demokrasiyê dikin. Xwedê giravî demokrasî anîne. Lê welat li ber xwînê diçe. Yanî vê dibêje, ‘yan hûnê dengên xwe bidin min yan jî ez ê qeyûm tayîn bikim.’ Lê heta ji wî tê bila qeyûman tayîn bike. Em ê dengê xwe bidin xwe.”
Gel qebûl nake
Şeyhmus Çelîk ê ku karê neqliyatê dike jî nenaskirina îradeya gel ji demokrasî û edaletê dûr nirxand û got, “Gel van pêkanînan qebûl nake. Ji avakirina komarê ve tine hesibandin heye. Erdogan jî di dema xwe de gotibû ez ê vê pirsgirêka demokrasiyê çareser bikim. Çareseriyê bi tinehesibandina îradeya gel pêk tîne. Wê demê çi maneya hilbijartinê heye? Ez wek şêniyekî Amedê qet û qet vê neheqiyê û yekperestiyê qebûl nakim. Wê gel jî vê yekê qebûl neke.”
Ew ê biçin gel wê bimîne
Mahmut Çelîk ê dikandar jî got, “Yên beriya van jî wisa digot, lê çûn. Gel li şûna xwe ma. Wê ew jî wek partiyên din biçin. Bi tehdîtkirina qeyûman nikarin tercîha me ya siyasî biguherînin. Em ê dengê xwe bidin HDP’ê. Bila qeyûman tayîn bikin. Dawiya dîktatoran çi ye, dîrokê nîvisandiye.”
Em jî wî û qeyûmên wî nas nakin
Kutbettîn Yaş ê 70 salî jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan da û got: “Kurd ne Kurdên berê ne. Ew hezar carî jî qeyûman tayîn bikin em ê hezar carî jî namzetê xwe bibijêrin. Bila dest ji tehdîtkirina me berdin. Ev gel rê, partî û dostê xwe baş nas dike. Em jî wî û qeyûmên wî nas nakin.”
Şêniyê bi navê Ahmet Yildiz jî da zanîn ku ew li pişt îradeya xwe ne û got, “Tayînkirina qeyûm tiştekî naguherîne. Em li van qeyûman binêrin, hemû şaredarî xistine bin deynan. Ji ber nelirêtiyên xwe qeyûm tayînî şûna qeyûm kirin. Bila heta serê sibê bibêje ez we nas nakim. Ew îradeya me nas neke, em ê jî qet wan kesê bîne nas nekin. Lê em ê di sindoqan de jî bersiveke baş bidin.”