Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina siyasetvanên Kurd li Elmanyayê û êrîşên AKP´ê li dijî bajarên Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê hatin rûreşkirin. Li bajarên Elmanyayê Aachen û Kilelê, li paytexta Franseyê Parîsê û li paytexta Ermenistanê Erîvanê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.

Tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Aachenê hat protestokirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Aachenê û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat, bi sedan kes li ber Navenda Civaka Demokratîk civiyan û ber bi meydana Elîsen Brûnnen a li navenda bajêr ve meşiyan.

Di dema meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin gotin. Li Elîsen Brûnnenê jî ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, deqeyekê rêz hat girtin. Di daxuyaniya li vê derê de hat xwestin, ku dawî were anîn li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li şîdeta dewletê ya li bajarên Kurdistanê. Her wiha banga naskirina mafê xwerêveberiyê hat kirin.


Girtiyên siyasî serbest berdin!

Li bajarê Elmanya Kîelê, girtin û cezakirina welatparêz û siyasetmedarên Kurd bi meşekê hat şermezarkirin. Ji bo serbestberdana siyasetmedar û welatparêzên Kurd ên li Elmanyayê hatine girtin û bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşek lidar xist.

Girse li taxa Gaardenê danê nîvro kom bû, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de wêneyên siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî û pankarta li ser nivîsandî "Bila qedexekirina PKK'ê betal bibe" hatin hilgirtin û polîtîkayên dewleta Elman ên dijî Kurdan, hatin şermezarkirin.

Xwepêşandêeran xwest siyasetmedarên Kurd Metîn Aydin, Alî Ozel, Mehmet Demîr, Demîr Çelîk, Kenan Bastû, Bedrettîn Kavak, Abdullah Şen û Mûstafa Çelîk tavilê serbest werin berdan.


Terora AKP´ê hat rûreşkirin

Li paytexta Franseyê Parîsê ji bo protestokirina dagirkerî û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê yên ku li dijî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.Li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Franseyê (CDK-F), Kurdistanî saet 15.00’an li pêşiya Gar de l’Est kom bûn û daxuyaniya dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama polîtîkayên dagirkirinê û qedexeyên derketina kolanan yên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê de, bang li Fransa û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hember vê bêdeng nemînin û nerazîbûnê nîşan bidin. CDK-F´ê wekî din diyar kir ku ji bo piştgiriya xwerêveberiyên Kurdistanê divê demildest ruhê serhildanê yê berxwedana Kobanê bikeve meriyetê û heke pêwîst be her roj çalakî bên lidarxistin.


Jinan daxwaza azadiya Ocalan kir

Bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, jinên Kurd ên li paytexta Ermenîstanê Erîvanê li ofîsa Kurdistan Komîte kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir ve hat dayîn. Qadir bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dema mijar destketiyên gelê Kurd bin, cihan hemû li pêşberî êrîşan bêdeng dimîne. Ev 6 meh in dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî bajarê Kurdistanê dike. Em, êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Amed û hemû bajarok û bajarên Kurdistanê, her wiha bêdengiya cîhanê ya li pêşberî van êrîşan bi tundî şermezar dikin."

Qadir di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine qutkirin û xwest, Rêberê Gelê Kurd serbest were berdan.


 NAVENDA NÛÇEYAN