Rejîma Îranê ragihand ku berpirsên êrîşa li dijî merasîma leşkerî ya li Ehwazê tesbît kirine. Li gorî rejîmê êrîş ji aliyê ‘Tekfîrcî’ ên hinek welatên Ereb piştgirî dikin ve hatiye kirin.
Di êrîşa li dijî merasîma leşkerî ya roja Înê ku li paytexta eyaleta Hûzistan a Ehwazê pêk hat de, 12 jê muhafizên şoreşê bi zêdahî 25 kes mirin. Piştî vê êrîşê gelek kes hatibûn destgîrkirin. Wezîrê Karê Hundir ê Îrranê got: “Di operasyonên sîxûrî de yên ji kêliyên destpêk ve 5 kesên ji koma tekfîrîcî yên cudaker ku desteka wan hinek welatên Erban dikin ve hatine tesbîtkirin.”
Li gorî rayedarên Îranê têgeha ‘tekfîrcî’ îslamiyên Sunî yên redîlal in. Ev têgeha ji peyva Erebî ya ‘takfîr’ pêk hatî, li dijî kesên weke bê ‘dîn’ ku bi taybet ji aliyê rastgiran ve tê bikaranî, weke hincet şidetê tê bikaranîn. Wezîrê Karê Hundir anî ziman ku senaqek veşartî dîtine, 22 kesên ku peywendiya wan bi êrîşê re hene destgîrkirine. Li gorî daxuyaniyê dest hatiye danîna ser amûrên leşerî yên teqemenî û amûrên din.
Li gorî wezaretê, kesên ferman û piştgirên wan ên derve jî hatine tesbît kirin.
TEHRAN