Bi lawazbûna DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê re, gotûbêjên têkildarî guhertin û veguhertinên li Rojhilata Navîn, di serdema piştî DAIŞ’ê de zêdetir bûne. Hilbijartina Donald Trump weke Serokê DYE´yê û zêdebûna krîzên di navbera Îran û welatên Sunî yên li herêmê de, vê pirsê bi xwe re tîne ka gelo Komara Îslamî ya Îranê dikare krîzan ji sînorê xwe dûr bixe?

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê, Fûad Bêrîtan ji ANF’ê re guhertinên li Sûriye, Iraq û pêvajoya piştî DAIŞ’ê nirxandin û got: "Şert û mercên li herêmê û wê her wext ne li xêra Îranê de bin."

'DAIŞ li ku bişike, jiyan li wir ji nû ve dixuliqe'

Bêrîtan di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna Kurdan a li Sûriyeyê û got: "Qîrîna li herêmên di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de tê bihîstin. Şikestin û têkçûna DAIŞ’ê ya li herêmê, rastiyekê tîne ber çavê mirov; tenê hêzek ku serketinên leşkerî bi dest dixe û wekheviyê tîne, Kurd in û bi taybetî alîgirên paradîgmaya demokratîk in. Li her cihê ku çeteyên DAIŞ’ê dişkin, li wir, demokrasî û azadî ji nû ve tê hilberîn. Ev jî bi projeya Pergala Rojava a Federasyona Bakurê Sûriyeyê dibe. Cihek e ku hemû ol, bawerî, netewe û pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. Di vê projeyê de ne ku civak parçe dibe, belkî cara yekem e vediguhere ser formeke nû, ew jî yekgirtina gelan û yekîtiya civakan e. Ev proje dide nîşandan ku hişmendiya dewletê ya olperest, nîjatperest çiqas bê encam maye, şikestiye û pûç bûye."

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan, di axaftina xwe de dinirxîne ka pêvajoya ‘piştî DAIŞ’ê’ wê bandoreke çawa li Komara Îranê jî bike û dibêje: "Gelo piştî bi dawî hatina çeteyên DAIŞ’ê wê Komara Îranê li Rojhilata Navîn, karibe bi rehetî nefesê bistîne. Qeyran û krîzên li Sûriye û Iraqê hêlaye ku heta demekê DAIŞ heyîna xwe livan welatan bide domandin, wan derfet daye ku Komara Îslamî çareseriyên pirsa siyasî û hiqûqî ya li nav welat û krîzên heyî ji sînorên xwe dûr bigire."

Çaresernekirina krîzan pêvajoya rizînê bi leztir dike

Bêrîtan diyar kir ku şikestina DAIŞ’ê ya li Sûriyê û li Iraqê, her wiha hilbijartina Donald Trump weke Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û avakirina metirsiyan li ser welatên Ereb û destwerdana Îsraîlê li dijî Îranê, kiriye ku li herêmê hê zêdetir hebûna Îranê ya li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Bêrîtan destnîşan kir ku valatiya siyasî û çaresernekirina pirsa hiqûqî ya civaka Îranê, pêvajoya destwerdanê bi leztir dike û wiha pê de çû: “Hişmendiya ku dibêje demokrtîkbûna rastî, tenê dikare bi rêveberiya asayîşê û dewamkirina muxalefeta heyî xwe ji kirîzan dûr bigire, şaş e, lewma zêdetir dikeve nav tengaviyan û ziyanên mezintir lê dibin."

Bêrîtan bal kişand ser wê yekê ku kêm maye hêzên ku niyet kirine dest werdin Îranê, li gel têkoşîna Kurdistanê li hev bikin. Dijberên Îranê dizanin ku di vê mijarê de helwêsta li hemberî Îranê, wê bi piştgiriya Kurdan be. Komara bi nav "Îslamî" ketiye pey wê yekê ku bi formulên klasîkî hêzên têkoşîna Kurd kontrol bike, di her dema ku gefekê li ser xwe dibîne statûya siyasî dide aliyê xwe. Têkoşîna li Sûriyeyê hate kirin, îsbat kir ku ne kirîzên siyasî û berdewamkirina zilmê dikare guhertinan bi xwe re bîne û ne jî destwerdanên derve dikare demokrasî û azadiyê bîne.

'Eger pirsgirêk hatin çareserkirin, siberoja gel rohnî ye'

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan têkildarî pêşketinên demokratîk ên li Îranê jî diyar dike ku Rojava karî hevsengiyên hêzên di nava Sûriyeyê de bide guhertin, jixwe Rojhilatê Kurdistanê, derfeta wê heye ku di aliyê siyasî de li Îranê bi pêş ve biçe. Bêrîtan wiha peyivî: "Eger Îranê karî pirsa demokratîk a hundir û çareseriya pirsa Kurd li Îranê çareser bike, mijarên demokrasî û siyasî esas bigire, siberojeke rohnî li pêşiya gelê Îranê ye. Eger berovajî vê yekê bike, wê dawiya wê mîna Sedam û Beşar Esed be."

'Armanca KODAR´ê avakirina neteweya demokratîk e'

Hevserokê KODAR Fûad Bêrîtan, têkildarî rola KODAR’ê ya di çareserkirina pirsgirêkan de jî got, "Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê xwedî wê kapasîteyê ye ku pirsa Kurd û mijara demokrasiyê ya li Îranê çareser bike. Projeya siyasî ya KODAR’ê, ji bo rêveberiyekî demokratîk ku wekheviya jin, mêr, lihevkirinên siyasî, hewandina bawerî û netewên cuda li nav xwe ye, avakirina Netewa Demokratîk e. Sîstema Federasyona Bakurê Sûriyeyê mîna ronahiyekê, nexşerêya demokratîkbûnê bi pêş ketiye, yek ji mînaka ber bi çav a projeya demokratîk ku KODAR dixwaze li Îranê bide rûniştandin ew e. Ji bo pêkanîna vê jî pêwîst e lihevkirinên siyasî bên berfirehkirin û li ser fikir û xetên dîplomatîk lihevkirina gelên Îranê, avakirina maseyekê ji bo gav avêtina çareserkirina pirsgirêkan û demokratîkbûnê." 



 ANF / NAVENDA NÛÇEYAN