Di roja hilbijartinan de, li taxa Lidingö ya Stockholmê komek ji 150 kesî ji ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin. Di çalakiyê de xwepêşandêrek hat binçavkirin. Rojek piştî hilbijartinan jî, li heman cihî çalakiyeke din hat lidarxistin û dirûşmên ‘Bimire rejîma Îranê’ ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’ û ‘Ji darvekirinan re na’ hatin qêrîn.

Komên Îranî xwepêşandanên xwe li Qada Sergel dewam kirin. Pêr, Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya li Îranê û Komala li Stockholmê çalakyeke hevpar lidar xistin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ne girînge kî di hilbijartinan de bi ser dikeve, wê pergala teokratîk a li welêt dewam bike û Îran wê heta mirina Ayutuillah Hamaney, ji aliyê wî ve were rêvebirin.

'Dawî li darvekirinan bînin'
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku li hin cihan bi zorê bi gel deng hatiye bikaranîn û li hin cihan jî bikaranînan dengan hatine astengkirin.
Roja paştre jî komek bi navê ‘Dayikên Lale’ bi armanca şermezarkirina rejîma Îranê xwepêşandanek lidar xist. Yek ji xwepêşandêrên ku wêneyên şoreşger û wendahiyên li Îranê hatin darvekirin hilgirtin Nasî Payghambarîan da xuyakirin ku wan encamên hilbijartinê ji destpêkê ve dizanîbûn û got, ji bo li Îranê mirov bibe namzet, pêwistî bi erêkirina Molayan heye. Payghambarîan weha peyivî: ''Ev hilbijartin di rewşeke serbixwe û azad de pêk nayê. Ji ber vê yekê vîna gel nîşan nadin. Ev hilbijartin dê tiştekî neguherin. Pirsgirêk ya pergalê ye û demokratîkbûyîna welêt e. Welat ji aliyê yek kesî ve tê rêvebirin. Em dixwazin hesabê zilm, zext, îşkence û darvekirinên di nava 34 salan de hatinekirin, bên dayîn. Rejîma Îranê divê destpêkê girtiyên siyasî serbest berde û dawî li darvekirinan bîne."

 ANF/STOCKHOLM