Li ser banga PJAK’ê Kurdistaniyên di pêr  li Parka Humlegardenê civiyan, bi al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di destê wan de, ber bi Meydana Sergel ve meşiyan.  Ji bajarên Goteborg, Uppsala, Borlange, Gavle û Soderhamn’ê hejmareke zêde Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Xwepêşendêrên di stûyê wan de wêneyên şoreşgerên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin hebûn, dirûşmeyên weke “Na ji darvekirinan re”, “Bila li Îranê darvekirin werin rawestîn”, “Şehîd Namirin”, destên xwe yên bi xwîn ji Rojava bikêşin” qîriyan û di heman demê de bi belavok belavkirinê armanca xwe ya ji bo çalakiyê ji bo gelê herêmê vegotin.  Her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, îmze hatin komkirin.
Nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî yên li meydanê daxuyanî dan, banga, ji bo rawestandina darvekirinên li Îranê li berpirsyaran û raya giştî ya navneteweyî hat kirin. 

STOCKHOLM