Li herêma Şarbajêr a ser bi navçeya Pêncewên a bajarê Silêmaniyê, pêr hêzên pasdarên Îranê êrîşê kasibkaran kir. Di encama êrîşa pasdaran de ciwanê binavê Bîşwan Mistefa bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatin girtin, li herêma Şarbajêr dema komek kasibkarên ji Herêma Kurdistanê eşya ji bo Îranê dibirin, ji aliyê pasdaran ve hatine gulebarankirin.
SILÊMANÎ