Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê çalakvanê siyasî Xerîb Ebdiyê ku ev nêzî salekê ye di zindana bajarê Urmiyê de tê girtin, ji aliyê Dadgeha Şoriş a rejîma Îranê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Xerîb Ebdî xelkê bajarê Saqize û di dosyayek hev beş de bi çalakvanê siyasî yê Kurd Hisên Daniş Paye re bi îddaya alîkarî dane partiyek siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye ku girtiyên siyasi di zindanên siyasi yên Rojhilatê Kurdistanê de di rewşek gelek nebaş de dijîn û piraniya girtiyan piştî tamambûna cezayê girtîgehê bi nexweşiyên fîzîkî û derûnî yên curbicur re rûbirû dimînin.
Her wiha doktorên çavdere jî dibêjin; “Piraniya ew girtiyên ku ji girtîgehê rizgar bûne, di rewşek ew qas nebaş dene ku tu ferqa jiyana wan ji ya girtîgehê tine.”
NAVENA NÛÇEYAN