
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand û diyar kir ku Îran hewl dide bi talankirina serçaveyên avê yên Rojhilatê Kurdistanê xwezaya Kurdistanê xira bike.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê û daxuyaniyên qeymeqamên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Ûrmiye, Kirmanşan û Îlamê projeyên bendavan ên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e. Li gorî vê; li parêzgeha Sine 18 bendav, li Ûrmiyê 52 bendav, li Kirmaşanê 22 bendav û li Îlamê jî 40 bendav di pênc salên dawî de hatine çêkirin û çêkirina hinekan ji wan jî hîna dewam dike.
Komeleya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand û di raporê de diyar kir ku di salên derbasbûyî de Îranê bi çêkirina bendava Dirayan ku li herêma Hewreman xwestiye bibe sedema kavilkirina berhemên dîrokî yên li wê herêmê û hat got, “Di cîhanê de çemê herî kurt yê bi navê Kanî Bil li vî parçeyê Kurdistanê ye. Niha tê xwestin ku ev çem têk bête birin û wî bixin ber vê bendavê. Li aliyê din bendavek din li ser çemê Simre hatiye çêkirin ku bûye sedema tinekirina berhemên dîrokî yen Îlamê.”
Bi destê artêşê tê kirin
Di raporê de ev jî hat gotin: “Ji du salan zêdetir e şirketa artêşa pasdarên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dest bi çêkirina bendava Kanî Sêwî ya li Pîranşarê kiriye. Ev bendav jî ava çemê Zêyê Mezin û bilindiya dola Şêx Ayşe dixe metirsiyê û tine dike. Tevahiya ava bendava Dirayan û ji sedî 80´yê ava bendava Gawşan ji herêmeke din ya Îranê re bi armanca dabînkirina ava vexwarinê û çandiniyê tê veguhestin. Di heman demê de li parêzgeha Sine tenê 7 hezar hektar zeviyê çandiniyê bi wê bendavê hatiye çêkirin. Bi giştî zeviyên çandiniyê yên li Îranê ji sedî 36 e. Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê ji sedî 10 e.
Li dijî qanûnên navneteweyî ne
Rapora îşaret bi metirsiya li ser zeviyan jî dike û wiha dewam dike: “Hêjayî gotinê ye ku li gorî bilançoyên ji aliyê cîhada keşawerzî ya parêzgeha Sine ve hatiye belavkirin, bi qasî 460 hektar zeviyê çandiniya Rojhilatê Kurdistanê ketine bin ava van bendavan û heta niha ti hewildanek di vê çarçoveyê de ji bo avdanî û debara van zeviyan ne hatiye dayîn. Tevahiya van projeyên çêkirina bendavan li Rojhilatê Kurdistanê bi armanca dabînkirina ava vexwarina bajaran û bipêşxistina çandiniyê hatine çêkirin. Mixabin di pratîkê de tiştên cuda tê dîtin û dewleta Îranê bi talankirina serçaveyên avdaniya Rojhilatê Kurdistanê hewl dide xwezaya Kurdistanê têk bibe û herêmên Kurdan birçî bike. Ev mijar li gorî xala 55´an a konferansa Lahey ya sala 1907’an û konferansa Cenevre talankirina serçaveyên xwezayê di bin desthiladariya dewletan de bi temamî hatiye qedexekirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN