Kurdistaniyên li bajarê Londonê yê Birîtanyayê dijîn li ber avahiya Sefaretxaneya Îranê ji bo piştigiriya serhildanên bajarê Mihabadê ên li dijî kiryarên rejîma Îranê xwepêşandanek lidarxistin. Li bajarê Londonê yê Birîtanyayê îro di demjimêr 14:00’an de ji aliyê sedan kesan ve li ber sefaretxaneya Îranê li dijî siyasta rejima Îranê a li himberî gelê Kurd bi teybet li ser jinên Kurd dide meşandin xwepêşandanek lidarxistin û bûyara li ser jina kurd a li bajarê rojhilatê Kurdistanê Mihabadê pêkhatî şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de Mala Gel a li Londonê, Nûnertiya PYD’ê a bajarê Londonê, Ciwanên Azad û Ciwanên Elewî daxuyanî dan û kiryarên rejîma Îranê ên li himberî gelê Kurd û bi teybet li ser jinên Kurd şermezar kirin. Di xwepêşandanê de komek ji ciwanên kurd ala Komara Îslamiya Îranê şewitandin. Pişt re jî heman komê sefaretxaneya Îranê dagirkirin û hêk li avahiya sefaretaxaneyê dan. Herwiha rêya li ber avahiyê ji çûn û hatina maşîneyan re girtin.
Serhildana li Rûsyayê hat silavkirin
Li paytexta Rûsya Moskowê, bi armanca dîtin û darizandina kujerên Ferînaz Xosrewanî saziyên Kurd li ber avahiya Mala Kurdan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê-Viyan Rozerîn Dogan ve hat xwendin.Dogan da xuyakirin ku helwesta Ferînaz Xosrewanî ya ji bo teslîm nebe dawî li jiyana xwe anî, raperîna li hemberî înkar û çanda tecawizê ye û got, "Ferînaz bi bi sekna jina Kurd a esîl re serî li ber çanda tecawizê netewand û lîstikên qirêj deşîfre kir. Gelê Kurd ti carî bêrûmetî û înkar qebûl nekiriye û li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî yên biçûkxistinê ti carî bêdeng nemûye, bêdeng namîne. Kurdên li çar aliyên cîhanê, vê sekna bi rûmet a Ferînaz û sekna raperîner û xwedîderketinê ya gelê Mahabadê silav û destek dike."Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serhlidanên li Mahabad û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn nîşenaya sekna bi rûmet a gelê Kurd e û ev bang hat kiriN: "Pêwîste her Kurd destekê bide van serhildanan û tevlî wan bibe. Ji bo Kurdan roj roja şeref û namûsê ye."
Li Marsîlyayê protesto
Li bajarê Farnsa Marsîlyayê, Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) û Ciwanên Azad pêr bi xwepêşandanekê re rejîma Îranê protesto kirin. Di çalakiya li navenda bajêr de pankart û dowîzên bi zimanên Kurdî û Fransî hatin hilgirtin û rejîma Îranê hat protestokirin.
Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku Xosrewanî dengê jinên Kurd e û hat gotin, "Di paşverûtiya Rojhilata Navîn a îro de Ferînaz dengê berxwedanê yê jina Kurd e. Çawa ku li Kobanê jinên Kurd li hemberî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe didin, Ferînazê jî li dijî her şêwe paşverûtiya rejîma Îranê li ber xwe daye. Divê em hemû xwedî li vê berxwedana bi rûmet derkevin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Mahabad silav kirin
Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya rêjîma Îranê, Tevgera Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dêrikê û di pêşengtiya Yekitiya Star de li Girkê Legê xwepêşandan hate lidarxistin. Di meşê de endamên Yekîtiya Star, Yekîtiya Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, nûnerên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê û bi sedan welatiyên bajêr û herêmên Koçeran û Berav beşdar bûn.
Girseya gel piştî ku gihîşt qada Şehîdan li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endama Tevgera Jinên Ciwan Xelat Arîn derbarê hovîtiya rêjîma Îranê li dijî keça Kurd Ferînaz Xesrewanî de axivî û bi tundî şermezar kir. Her wiha berxwedana gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê jî silav kir.
Bi armanca şermezarkirina êrîşan hêzên taybet ên rejîma Îranê ya li hemberî jina Kurd Ferînaz Xosrewan, Yekitiya Star li bajarê Girkê Legê jî daxuyanî da. Li ber Navenda Akedemiya Zanista Jin ya li bajarê Girkêlegê hat xwendin de gelek jin amadebûn. Daxuyaniî ji aliyê Endama Yekîtiya Star Şehnaz Mihemed ve hat xwendin.Şehnaz anî ziman ku dê weke jinên Rojava piştevaniya jinên Rojhilat bikin, ji ber tekoşîn yeke û ti rejîm nikare wan cuda bike.
DÊRIK/GIRKÊ LEGÊ