Xebatkarên Navenda Çandê ya Dîcle Firat, Konservaturara Bajar a Aram Tîgran û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ên li Amedê xebatên çandê dikin bi daxuyaniyekê biryara dewleta Îranê ya derbarê 59 siyasetmedarên Kurd a darvekirinê û operasyonên PDK'ê yên li dijî saziyên Kurdan şermezar kir. Gelek hunermed tevlî daxuyaniya li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê pêk hat bûn. Li ser navê hunermendan Şanoger Omer Şahîn daxuyanî xwend. Şahîn, diyar kir ku dewleta Îranê cezayên darvekirinê li bember têkoşina gelê Kurd wek çekekê bi kar tîne û wiha got: "Hêza Îranê û Îraqê hewl dide ku bi hêzên rojavayî re li hev bike û dorpêça li ser xwe sivik bike ji aliyên din ve tevahiya zordarî û pêkutiyan li hundir pêk tine. Gelê din nav sinorên Îranê de diperciqine û ji azadiyê bêpar dihêle. Dewleta Îranê di van çenda mehên dawî de vê havîtiya xwe ya zêdetir bi pêş ve debe û bi sedan mirovan darve dike. Herî dawî Îranê derbarê 59 siyasetmedarên Kurd de cezayên darvekirinê da û ev siyatemedarên Kurd di bin xetereya darvekirinê de ne." Şahîn, anî ziman ku dewlet Îranê çend roj berê 12 siyasetmedarên Kurd darvekiribûn. Şahîn, da zanîn ku divê dewlat Îranê demildest dest ji pêkanînên xwe yên hovane berbide û wiha axivî: "Polîtîkayên dervekirin heya niha tu pirsgirêk çareser nekirin û niha şunda jî çareser nake. Li tu derê cîhanê ji ber darvekirinan gelan des ji mafên xwe yên xwezayî bernedan. Gelê Kurd jî dest ji têkoşîna xwe ya mafan bernade. Divê dewlet Îranê û hevparên wê baş bizanin."


'PDK dijminahiya Kurdan dike'

Şahîn, têkildarî operasyona PDK'ê ya li dijî saziyên Kurdan de jî axivî û wiha got: "PDK'ê bi awayekî hov êrîş li sazî û dezgehên Kurdan dike. Li dijî Şoreşa Rojava di nav têkiliyên qirêj de ye. Xendek û ambaroya li ser Rojava dimeşîne têra wan nekir dest bi girtinan kir. PDK bi van kiryaran cihê xwe li cem Kurdan nehişt li cem dijminên Kurdan çêkir. Daxwaz me ew e ku kongreya netew pêk bê û yekîtiya gelê Kurd pêk bê. Lê PDK bi kiryarên xwe pêşiya vê yekê digire û asteng dike. Em bang li PDK'ê dikin ku demek lezgîn de dest ji van pêkanîn berbide." 

AMED