Pasdarên Îranê li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê komek kolber gulebaran kir û di encamê de kolberek qetil kirin û du kolber jî birîndar kirin. Her wiha 30 hesp jî kuştin. 

Li gorî Rêxistina Mafê Mirov ya Hengaw, pêr li devera Dolebî ya girêdayî bajarê Bane ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber gulebaran kir, di encamê de kolberek hat kuştin û du kolber jî birîndar bûn.

Her wiha Rêxistina Hengaw dest nîşan kir  ku navê kolberê hatî kuştin Îbrahîm Mehmûd e, ji gundê Tajan ê bajarê Bane ye û nasnameya kolberên birîndar bûyîn jî nehatiye zanîn.

Hatiye ragihandin ku li gel kuştin û birîndarbûna kolberan 30 hespên kolberan jî hatine kuştine û hemû bar û kel û pelên kolberan jî hatine desteserkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN