Rejîma Îranê li girtîgeha Ûrmiyeyê 2 girtiyên siyasî yên kurd darve kirin. Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK), şeva din saet 00.30’an de rejîma Îranê girtiyên siyasî yên kurd ên bi navê Sebîr Şêxzade û Diyako Resûlzade darve kirin. Rejîma Îranê girtiyên siyasî yên kurd Şêxzade û Resûlzade pêr birîbûn hucreyên yekkesî ya girtîgeha Urmiyeyê û şeva din jî birin cihê darvekirinê. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internatîonal) jî, pêr bi daxuyaniyekê ji rayedarên Îranê xwestibû ku cezayê darvekirina van herdu girtiyan rawestîne. Her wiha Rêxistina Mafê Mrovan a Îranê jî, ragihand berî ku ev herdu girtî werin darvekirin, nehiştine malbat û xizmên xwe bibînin û wiha got: “Sebîr û Diyako hem di dema lêpirsînê de, hem jî di dema meşandina dadgehê de, ev cezayê xistine stûyê wan red kirine.” Hêjayî gotinê ye Sabir Şêxzade û Diyako Resulzade, di Adara 2014’an de ji aliyê hêzên Îtlaetê ve li Mahabadê hatibûn binçavkirin. Her du girtî bi hinceta ku di merasîmek a bajarê Mahabadê ya 9’ê Îlona 2010’an de mayîn teqandine, hatibûn binçavkirin. Lê di 22’yê Îlona 2010’an de fermandarê hêzên supayê pasdarên Îranê Mihemed Pakpur bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan kesê sereke yê teqîn pêkanîne, kuştine. NAVENDA NÛÇEYAN