Rejîma Îranê tevî hemû nerazîbûnên navnetewî girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî bi darve kirin.

Rejîma Îranê pêr sibehê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî darve kir. Birayê Penahî Emced Huseyîn penahî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku birayê wî hatiye darve kirin.

Diyar bû girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî û Loqman Muradî yên ji sala 2009’ê ve li Îranê girtî pêr sibê hatine darve kirin. Ajansa nûçeyan a fermî Farsnews ragihand ku girtiyên Kurd Zanyar û Loqman Muradî yên li girtîgeha Recaîşar vê sibê hatine darvekirin. Li gorî Farsnewsê Zanyar, Loqman û Penahî bi hevre hatine darvekirin.

Zanyar û Loqman Muradî ji roja 5’ê Îlonê ve di hucreya yek kesî de dihatin hiştin û hatibû ragihandin wê roja şemiyê werin bi darve kirin.

Cenaze nade malbatan

Her wiha li gorî agahiyên malbatan, rejîma Îranê cenazeyên her sê ciwanên Kurdan jî nade malbata wan. Tê gotin wê cenazeyên wan li Îranê bên veşartin. Rejîma Îranê beriya niha jî girtiyên Kurd darvekirîbû û cenazeyên wan nedabû malbatan.

Di dinyayê de duyamîn e

Rejîma Îranê piştî Çînê di cîhanê de yek ji welatê herî darvekirin lê tê kirine. Li gorî çavkaniyên muxalîfan tenê di meha Îlonê de herî kêm 17 kes hatine darvekirin. Dîsa ji serê salê û vir ve hejmara kesên hatine darvekirin herî kêm 205 kesin. Di sala 2017’an de 544, sala 2016’an de jî 553 kes hatine darvekirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN