Li bajarê Kamyaranê ê li Rojhilatê Kurdistanê, sê jîngehparêz û endamên Partiya Yekîtiya Neteweyî şaxê Kurdistanê, ji hêla hêzên îstixbarata Îranê ve hatin destgîrkirin û bi cihekî nenas ve hatin birin.

Bûyer êvara duşemê (31’ê Kanûna 2018’an) qewimî. Hêzên îstixbarata Îranê êriş bir ser dikana Riza Esedî û Fazil Qeytasî li bazara Milet a Kamyaranê û her du çalakger destgîrkirin.

Li ser sedema binçavkirina welatiyên ji Kamyaranê ti agahî bi dest neket. Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê (KHRN), jîngehparêzekî din ê bi navê Hadî Kemanger ji Kamyaranê di heman demê de li mala xwe hatiye girtin û ew birine cihekî nediyar. Li ser çarenûsa wî jî ti agahî nayê girtin.

Li gorî KHRN’ê, îstixbarata Îranê di dema girtina Hadî Kemanger de hemû alavên wî yên malê ji hev xistine, tiştên şexsî desteser kirine, tûrikek xistine serê wî û bi vî rengî ew destgîr kirine.

Komîteya Jîngehparêz a ser bi şaxa Kurdistanê ya Partiya Yekîtiya Neteweyî, di çend salên bihurî de li ser mijarên jîngehparêzî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê perwerde kirin û her sal beşdarî pêngava çandina dara berûyê dibe.

 

ROJNEWS/KAMYARAN