Li gor agahiyan ev sê keç ligel 18 hevalên xwe nameyek ji bo Elî Xamaneyî şandine û ji ber vê yekê hatine binçavkirin. Navê wan xwendekaran wiha ye; Şîlan, Kewser Rehmanî Pûr û Çinûr Ebasî. Çinûr Ebasî ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ye û li Tehranê hatine binçavkirin.

Nayê zanîn li kû ne

Li gor agahdariyan bêyî hebûna destûrê û berê werin agahdarkirin, ew hersê xwendekarên kurd hatine binçavkirin. Hersê xwendekar roja pêncşema borî li cihê ku lê diman hatin binçavkirin. Kesekî nêzî malbata yek ji wan xwendekaran, ji Kurdpa re wiha got: “Hêzên dewletê ew keç li yurda wan a li Tehranê binçavkirine û di dema binçavkirinê de hinek kelûpelên wan jî bi xwe re birine. Heta niha nayê zanîn ew hersê keç li ku derê girtîne.” Hersê xwendekarên keç berî du heftiyan ligel 18 çalakvanên sivîl û mafê mirov ên kurd, ji ber rewşa xirab a jinên kurd ên çalakvanên siyasî yên di girtîgehên Îranê de nameyek ji bo Elî Xamaneyî û Meclisa Îslamî re şandibûn.

ROJNEWS