
Di salvegera darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Huseyîn Xizirî de Îranê dîsa amadekariya darvekirinên nû yên girtiyên kurd dike. Dadgeha Pêdeçûnê ya Îranê di meha çileya 2012 de, cezayê yê çalakên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Muradî pesend kir û beriya niha ji bo pêkanîna ceza melayê Merîwanê hatibû agahdarkirin. Ev nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a Mehrê ve hatibû piştrastkirin.
Malbat piştrast kir
Dayika Zanyar û Loqman Muradî ev agahiya pêkanîna cezayê darvekirinê pişrast kir û li hemberî vê yekê banga hestyariyê li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir.
Dadgeh biryar ragihand
Girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Loqman Muradî berî niha bi demekê serî li Dadgeha Pêdeçûnê dabûn ku biryara cezayên wan yê darvekirinê xera bike. Lê dadgehê serlêdanên wan red kir û her weha dosyaya wan jibo înfazê, şand beşa pêkanîna cezayê. Rêvebirên girtîgeha Recayî Şehr a Kerec, biryara dawî ji Zanyar û Loqman Muradî re ragihandin.
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê Cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê Mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê “dijminahiya xwedê”, cezayê Îdamê li wan hatibû birîn.Mûradî: Biryara darvekirinê dan
Di salvegera darvekirina Xizrî de
Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran, di 27’ê Çile de li girtîgeha Urmiyeyê hat dardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10´an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû darvekirin e. Di 11´ê Mijdara 2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Kanûna 2010’an de Fesîh Yasemînî, 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin.
26 girtî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne
Ji aliyê din ve ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê girtiyên Kurd ên siyasî yên ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan birriye ev in: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa.
ANF/SINE
Koordînasyona Komalên Ciwan ên Rojhilat KCR di 2. salvegera darvekirina endamê PJAKê Husên Xizrî (Hemin) de daxuyaniyek nivîskî da û polîtîkaya darvekirinê ya rejîma Îranê şermezar kir. KCR ragihand ku divê Komara Îslamî ya Îranê zanibe bi kuştin û darvekirinan nikare tu encaman bi dest bixe û bang jî di serî de ciwan, li hemû gelê kurd kir ku bi xurtkirina têkoşînê xwedî li cangoriyên tevgera azadiyê derkeve.
KCR destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê, her dem ji bo tepisandina dengê azadî û çewisandina berxwedana têkoşeran, cezayê darvekirinê wekî rêbazekî kirêt bikar aniye û darvekirina kadroyê PJAKê Husên Xizrî bi nasnav Hêmin Urmiye jî wekî xelekek ji yên dawî yên vê siyasetê bi nav kir. Di daxuyanya KCRê de weha hat gotin: "Komara Îslamî ya Îranê divê zanibe ku bi kuştin, darvekirin û bi girtinan dikare dawî li hêza xweragir û berxwedanê bîne. Piştî her darvekirinê bi hezaran keç û kurên vî gelî, didin ser şopa cangoriyên rêya azadiyê û meşaleya wan pêxistî geş û gurr dikin."
ANF/URMIYE