Li gorî nûçeya Kurdpayê, rejîma Îranê li bajarê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê firotina cemedaniyên Kurdî yên ku bi dest têne çêkirin, qedexe kir. Cemedaniyên Kurdî bi taybet ên li Rojhilatê Kurdistanê têne çêkirin, di nava Kurdan de navdar in. Ji ber rêjeya zêde ya bêkariya li Rojhilatê Kurdistanê, rêjeyek zêde ya gelê Urmiyeyê ji ber bêkariyê van karên çêkirina cemedaniyên Kurdî dikin û difiroşin. Her wiha, bi vê yekê çanda xwe ya Kurdewarî ya bi hezaran salan diparêzin. Herî dawî li Zanîngeha Peyama Nûr a Ûrmiyeyê lixwekirina kincên Kurd ji bo xwendekarên Kurd hatibûn qedexekirin.

ANF/URMIYE