Ji bo ku cezaya darvekirinê ya der barê Celaliyan de bê betalkirin û bê berdan Rêxistina Efûya Navneteweyî û rêxistinên jinan kampanya dabûn meşandin. Dewleta Îranê herî dawî di 4'ê cotmehê de Kurdê bi navê Ezîz Xakzad (29) li gel ku cezaya wî ya darvekirinê betal kiribû jî bêyî ku agahiyê bide malbat û parêzeran ew darve kiribû.
17 girtiyên Kurd di bin tehdîda darvekirinê de ne
Dewleta Îranê ji 2007'an heta niha 10 girtiyên Kurd ên siyasî darve kir û li girtîgehên Îranê hê jî 17 girtiyên siyasî yên Kurd di bin tehdîda darvekirinê de ne. Navên girtiyên ku di bin tehdîda darvekirinê de ne ev in: "Şêrko Mearîfî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi û Zanyar Muradi."
MAKO