Dewleta Îranê pêr êriş bir Başûrê Kurdistanê. Hikûmeta Başûr Îran ji ber êrişa ku tê de herî kêm 15 kes ji HDK û PDK-δyê şehîd bûn, şermezar kir, lê her du partî jî gunehbar kirin.

Li navçeya Koyeyê ya ser bi Hewlêrê pêr dewleta Îranê bi balafirên bê mirov û fuzeyan êriş bir ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ya li Kelhê. Li gorî daxuyaniya HDK’ê, di êrişê de 15 kes şehîd bûne û 40 kes ji birîndar bûne. Ji wan 13 endamên HDK’ê û 2 pêşmergeyên PDK-Î’yê ne.

Dewleta Tirk fuzeyên nîşangir ji Şîno ya girêdayî bajarê Ûrmiyê ya Rohilatê Kurdistanê avêtine. Her wiha hat ragihandin ku gava rêveberên ji her du partiyan civîn dikir, dewleta Îranê êriş biriye ser wan.

 

Îranê berê hikûmeta herêmê ‘hişyar’ kiribû

Di mehên zivistanê de Îranê daxwaz ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kiribû ku her du partiyên siyasî bixin bin kontrolê, berovajî vê, ew ê êrişî navendên li Hewlêr û Silêmaniyê bikin.

Ji bo gefên xwe jî êrişên her du hêzan ên li dijî Îranê  kiribû hincet. Rejîma Îranê got, heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzên her du partiyên siyasî dersînor neke, ew ê ji herêma Hecî Ûmran heta Kêlaşînê êrişan bidin destpêkirin, ji bo valakirinê jî tehdîd kiribû.

 

Him şermezar kir him sûcdar kir

Nûnerê PDK-δyê yê Silêmaniyê, Fûad Xakî Beygî ji bo êrişa dewleta Îranê got, “Bombebaran li nêzî navendên baregehan hatiye kirin. Daxwaz ji hikûmetê dikin ku bûyerê lêkolîn bike.”

Heman rojê hikûmeta herêmî daxuyanî da û êrişa li Koyê şermezar kir. Di heman daxuyaniyê de gazin ji HDK û PDK-δyê jî hat kirin ku mexdûrê êrişa Îranê bûn: “Nerazîbûnên xwe yên li dijî bikaranîna xaka Başûrê Kurdistanê ya ji bo êrişên li hemberî welatên cîran dubare dikin.”

 

Qetlîama siyasî û binpêkirina hiqûqî ye

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li ser êrişa rejîma Îranê ya li dijî baregehên PDK-Î û HDK´ê got, “binpêkirineke metirsîdar e.”

Tevgera Gorran jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. Tevgera Goran daxwaza lezgîn a civîna parlementoyê kir û got: “Êrişa Îranê, qetlîama siyasî û binpêkirina hiqûqî ye. Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî vê bûyerê bibe xwedî helwêst û bêdengiya xwe bi dawî bike. Divê bi lezgînî parlamen bicive û li ser êrişê bibe xwedî helwêsteke cidî û zelal.”

 

Nav û nasnameyên wan

   

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) nav, wêne û wezîfeya 13 kesên şehîd, eşkere kir:

  • Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Kerîm Medewî (Kerîm Seqizî)
  • Endama Komîteya Navendî ya HDK’ê Nesrîn Hedad
  •   Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Îbrahîm Îbrahîmî (Brahîm Zîweyî)
  •   Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Rehman Pîrotî
  •   Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Suheyla Qadirî
  •   Endamê Komîteya Navendî ya HDK’ê Haşim Ezîz
  •   Pêşmergeyê kevin Osman Osmanî
  •  pêşmergeyê kevin, partiyê Kerîm Resûlzade (Mam Şêrko)
  •   Pêşmergeyê kevin, Hewrê Karkaz ( Hewrê Şêxanî)
  • Pêşmerge, Pêşewa Seyid Omer
  •   Pêşmerge Cemal Ekberî
  •   Pêşmerge, Mensûr Ekberî Pûr
  •   Mihemed Hemepûr têkoşerê kevin.

Şehîd li Goristana Şehîdên Demokrasiyê ya Koyê hatin veşartin.

 

Aqûbata hinekan ne diyar in

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 pêşmergeyên PDK-δyê jî di êrişê şehîd bûne û hîna navê wan bi fermî nehatine eşkerekirin.

Her wiha tê destnîşankirin ku du pêşmergeyên HDK’ê jî winda ne û hîna aqûbata wan nayê zanîn.

 

Mûşekek li ber yek ji holên civînê ketiye

Endamê Polîtburoya HDK´ê, Kemal Kerîmî got: “Zanyariyên me hene ku mûşekên Îranê ji devera Sûrên a Rojhilatê Kurdistanê ve arasteyî baregehên li Koye hatine kirin”.

Kemal Kerîmî ragihand ku pêr piştî saet 10:30´ê sibehê, dema ku ew di civîna Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) de bûn, dengê teqîneke bihêz hatiye û mûşekek li ber yek ji holên civînê ketiye, piştre jî li dûrî çend metreyekê mûşekeke din li baregeha keleha PDK-δyê da.

Li ser rewşa tendirustiya birîndaran, Kemal Kerîmî got: “Rewşa tendirustiya Sekreterê berê yê HDK´ê Xalid  Ezîzî û Sekreterê niha yê HDK´ê Mistefa Mewlûdî baş e, rewşa pirraniya birîndaran baş e, lê çend birîndar hene ku pêwîstiya wan bi neştergeriyê heye.”

Li gor zanyariyan di êrişê de 6 mûşek hatine avêtin û firokeyeke F5 jî li esmanê wê deverê difiriyaye.

 

Balafirên Îranê ji Kerkûkê rabûne

Her wiha saloxderên PDK-δyê jî diyar kirin ku balefira ku êriş pêk aniye ji Kerkûkê rabûye û bi piştgiriya Haşdî Şabî û hêzên nêzî Îranê, top hatine avêtin. Saloxderan diyar kir ku cara sêyemîn e ku Îran baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê bomberdûman dike û diyar nekirin ka bê êrişên berê kengî hatine kirin.

Piştî êrişên dewleta Tirk ên li herêmê Îranê jî êriş kir. Ev êriş piştî civîna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Tehranê ya doh pêk hat. Nehate diyarkirin ka bê rayedarên Hewlêrê ji bo êrişê hatine agahdarkirin yan na.

Ji hev veqetiyabûn

HDK sala 2006’an ji aliyê komekê hatibû avakirin ên ku ji PDK-δyê veqetiyabûn. Li Rojhilatê Kurdistanê li ser girseyan bandora wê ya zêde tune û di Mijdara 2015’an de bû endamê Sosyalîst Înternasyonalê. HDK, PDK-Î ji ber têkiliya wê ya zêde ya bi Îranê re sûcdar dike û sala 2012’an ji bo yekîtiyê hin hevdîtin pê re kiribûn.

 

HEWLÊR

 
 

KCK’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

   

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê darvekirina aktîvîstên Kurd û êrişa rejîma Îranê ya li Koyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Dewleta Îranê bi darvekirina ciwanên Kurd û bi sûîqestên siyasî yên bi êrişên fuzeyan, pirsgirêkên navbera gelê Kurd û dewleta Îranê girantir dike. Çareseriya pirsgirêkên Kurdan ên bi dewleta Îranê re ya li ser lihevkirina demokratîk zehmet dike. Heger pirsgirêk bi şer an jî tepisandinê çareser nabin, wê çaxê divê dest ji van rêbazên li dijî daxwazên siyasî yên Kurdan bê berdan. Dema ku hebûn û mafên demokratîk ên gelê Kurd bi destûra bingehîn û qanûnan hate ewlekirin, hingî wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Pêşîgirtina li destwerdanên gengaz ên hundir û derve bi vî rengî dibe.

 

Ne mumkin e ku têkoşîna Kurdan bê tepisandin

Divê em vê yekê destnîşan bikin; bi darvekirinê, bi sûîqestên siyasî û bi rêbazên tepisandina pirsgirêkên siyasî û civakî re pirsgirêkên li wî welatî dixitimin. Lewma em bang li dewleta Îranê dikin ku dest ji van rêbazên xwe yên li dijî gelê Kurd û hêzên muxalîf ên siyasî demokratîk berde û pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re bi lihevkirineke demokratîk çareser bike. Em careke din diyar dikin; heger Îran di vî warî de gavê biavêje, ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi vî rengî, em ê jî gelê Kurd, hêzên siyasî û demokratîk teşwîq bikin. Nepêkan e ku daxwaza mafdar û têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi zext û zordariyê, bi rêyên noker û sîxuran bên tepisandin.

 

Sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

Em pê bawer in ku bîranîn û hesreta şehîdên sêdarê û yên bi fuzeyan şehîd bûn, wê bi azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêk were. Bi vê bîr û baweriyê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re, şîfa xêrê jî ji birîndaran re dixwazin.”

 

ANF/BEHDÎNAN

 
 

Ji canê me Hikûmeta Herêmê mesûl e

 

Endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Hesen Qadirzade diyar kir ku di êrişa li ser Koyeyê de tawanbarê mezin hikûmeta Îranê ye û got; “Bi qebûlkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, em li vir bi cih bûne. Lewma parastina canê me di stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî de ye.”

Hesen Qadirzade da zanîn ku ji ber ku endam û pêşmergeyên wan li Rojhilatê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne, Komara Îslamî ya Îranê êrişeke wiha dike. Hesen Qadirzade hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir û got; “Bendewariyên me zêdetir ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihanê hebûn ku niha bêdeng in. Ji ber ku Herêma Kurdistanê û Iraq xwedî serweriya xwe ne. Em bi erêkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir bi cih bûn. Lewma parastina canê me di stûyê hikûmeta Herêmê û neteweyên Yekbûyî de ye.”

 

HEWLÊR

 
 

Li Qamişlo provokasyona rejîmê

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakurê Sûriyê ragihand, di şerê Qamişlo de ya li dijî hêzên rejîmê de 11 eskerên rejîmê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di şer de 7 endamên me şehîd bûne û endamekî me birîndar bûye.”

Fermandariya Giştî ya Asayişê di daxuyaniya nivîskî de got, “Dewriyeyeke ji sê wesayitan a hêzên rejîma Sûriyê li Qamişlo ketiye meydana ku hêzên me lê ne, û hin sivîl desteser kirine.”

Her wiha hate gotin, “Eskerên dewriyeya rejîmê dema ku ji nuqteyên me derbas bûn, bi çekên sivik û navîncî li hêzên me reşandin” û hate diyarkirin ku hêzên asayişe jî bersiv daye êrişê.

7 endamên Asayîşê şehîd bûne

Fermandariyê got: “11 endamên rejîmê hatine kuştin, 2 jê birîndar bûne. Di şer de 7 endamên me şehîd bûn û endamekî me jî birîndar bû.”

Di daxuyaniyê de bi domdarî hat gotin, “Em Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakurê Sûriyê soz didin şehîd û gelê xwe ku destketiyên şoreşê û gelê xwe biparêzin. Ji ku tê bila bê, li dijî hemû kesên ku destketiyên gelê me dikin hedef, tevlîheviyê dikin, aramiyê xira dikin, em ê li ber xwe bidin.”

 

QAMIŞLO