Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li ser bûyera êrîşa balafirên Israîlê daxuyaniyek da û tê de got ku armanca Isarîlê bêhêzkirina Sûriyeyê ye û xirakirina aramiya wê ye.

Esed got ku ev êrîş aşkera dide xuyakirin ku rola rastîn a Israîlê bi alîkariya welatên din ên ku dijminahiya Sûrieyyê dikin derdikeve holê. Esed di hevdîtina xwe ya bi serkreterê meclisa bilind ya ewlekariya netewî ya Îranê Seîd Celîlî de got ku armanca Israîlê ew e ku Sûriyeyê dest ji rola xwe ya berxwedêr berde û ew dixwaze vî welatî qels bixîne.
Her wiha heta niha Israîlê bi rengekî aşkera negotiye ku ew êrîş pêk aniye lê di wezîrê parastinê yê Israîlê Ehud Barack di bersiva pirsa rojnamevanekî de got: Ez nikarim tiştekî zêde derbarê wê bûyerê de bêjim ji bilî tiştê we di çapemeniyê de xwendiye. Her wiha Barack di berdewamiya bersibva xwe de ne aşkera be jî got ku ew êrîş pêk hatiye û wiha got: Me berê gotibû ku em nahêlin çekên giran û fuzeyên rejîma Sûriyeyê bighên Lubnanê. Derbarê mafê Sûriyeyê yê bersivdayînê jî Esed got ku welatî wî dizane kengî û çawa bersivê bide vê êrîşa Israîlê.
Lê tiştê balkêş ew e ku heta niha ji bilî Rûsya û Îranê ev êrîşa Israîlê a li dijî Sûrieyyê nehatiye şermezarkirin û wekî ji mafê Israîlê be êrîşeke wiha di nava axa welatekî din de pêk bîne. Hemû şîrove û lêkolînên derbarê vê êrîşa Israîlê de hemû mane derbarê gelo armanca vê êrîşê çibû û ew li dijî çi hatiye bikaranîn lê welatekî ji welatên cîhanê nepirsî û negot gelo bi çi mafî Israîl êrîşeke wiha li dijî Sûriyeyê pêk anî.

Li dij Îsraîlê nerazîbûna Îranê

Hewlên Îranê bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê zêdetir dibe û fermandarê artêşa Pasdaran jî gefa tolhildanê li Israîlê dike ji ber êrişa bo ser Sûriye.
Digel zêdebûna hewlên navdewletî bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, di dema niha de Êran bûye aliyekî serekî ya gotûbêjan û di wê kevanê de îro wezîrê derve yê Êranê Elî Ekber Salihî di kevana konfransa asayîşê ya li bajarê Miyonix digel serokê Itîlafa Nîştimanî yê Sûriye civiya û aloziya Sûriyê gengeşe kirin Serokê Civata Asayîşa Netewî yê Îranê  Seîd Celîlî li Şama paytexta Sûriyê digel Beşar Esed civiya û careke din piştevaniya xwe bo rêjîma Beşar Esed têkest kir û hêrişa Israîl'ê bo ser navenda leşkerî ya lêkolîna zanistî bi karekî ne mirovan e bi nav kir. Ji aliyekî din ve fermandarê Artêşa Pasdaran yê Îranê Mihemed Elî Ceeferî daxwaz ji Sûriye kir ku bi lez tolhildana xwe li hemberî destdirêjiya aşkere ya Israîlê bo ser axa wî welatî bike, cîgirê fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îranê Mesûd Cezayîrî jî ragihand ku, bersiva Sûriye bo wê destdirêjiya hikûmeta Israîlê dê tûşî şok bike.

Li Helebê topbaran  

Şer û pevçûnên dijwar dîsa li bajarê Helebê dest pêkirin. Berî çend rojan di encama derbasbûna komên çekdar ên muxalefeta Sûriyeyê bo taxa Eşrefiyê bû behane ku ji alî balafirên rejîmê ve were topebarankirin û di encamê de derdora 20 welatiyên sivîl ku piraniya wan Kurd bûn ahtin kuştin. Piştî wê êrîşî taxa Şêx Meqsûd jî hate kirin ku piraniya şêniyên wê Kurd in.
Li taxa Ensarî ya Helebê di encama fûzeya ku ji aliyê  rêjîma Baas ve hatibû avêtin, 5 ji wan zarok, 15 kesî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku gelek kes hîn wendane.
Li taxa Ensarî ya Helebê roja yekşemê di demjimêr 13.00’an de, fûzeyek li taxa Ensarî ya Helebê ket û di encamê de, 5 zarok bi giştî 15 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavkaniyên herêmî fûza li nêzî nexweşxaneya Elzerzûrî ya ku Artêşa Azad birîndarên xwe tê de derman dikir, ket. Herwiha hate ragihandin ku piştî avêtina fûzeyê balafirên rêjîma Baas li ser herêmê difiriyan.
Çalakvanên herêmê diyar kirin ku cenazeyê 13 kesî hate naskirin di nava wan de 5 zarok hene û hîn gelek kes di bin bermahiyên teqîna fûzeyê de mane.

 ŞAM/TEHRAN