Xiyasewend berî 3 salan hatibû girtin û piştî cezayê darvekirinê lê hat birîn, hat darvekirin. Li gor îdiayan ev jin ji ber bikaranîna madeyên hişber hatiye girtin û ji ber vê yekê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Nahîd Xiyaswend ligel hevserê xwe Nayîb Mistefazade hatibû girtin û hevserê wê bi kefalet hatibû berdan û ji Îranê reviya bû. Li gor heman nûçeyê, di nava 6 mehên despêkê yên sala 2014’an de 16 jin li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Daxwazên girtiyan bi cîh bînin

Endamên DOKH’ê ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên kurd ên li girtîgeha Urmiyê 28 roj in didome daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Îranê li dijî gitiyên kurd dev ji polîtîkayên çewisandin û darvekirinê berde û daxwazên girtiyan qebûl bike. Jinan li avahiya DBP’ê ya Stenbolê daxuyanî da endama DOKH’ê Turkan Esen axivî got ku Îran divê demildest dawî li kirinên xwe yên binpêkirinên mafên mirovan bîne. Esen di dawiyê de pêkanînên dijdemokratîk yên dewleta Îranê şermezar kir û banga bihistiyariyê kir.

Zindanan bikin cihê berxwedanê

Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kiryarên Îranê der heqê girtiyên zîndana Ûrmiyeyê de bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz hate kirin ku piştgiya berxwedêrên zîndanan bikin û zîndanan veguherînin kelehên azadiyê. Di daxuyaniya Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê de wiha hate gotin: “Kurdistaniyên di zîndana Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê de li hemberî kiryarên dewela Îranê ku dûrî nirxên mirovahiyê û azadiyê ne, her wiha li hemberî danûstandina ne-exlaqî û înkarkirina mafên girtiyan di zindanên rejîmê de, 29 girtiyên siyasî yên Kurd ji bo dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan, girava birçîbûnê ya bê dem dane destpêkirin.”

Em piştgiriya çalakgeran dikin

Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da. YBŞ’ê got ku ew weke YBŞ piştgiriyê didin berxwedana girtiyên Urmiyê û divê hemû gelê Kurd û cîhanê xwedî li girtiyan derbikeve. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de balkêşa ser berxwedana girtiyan û got ku ew greva wan pîroz dikin û heya dawî piştgiriya xwe ji bo wan dikin. Daxuyanî wiha dewam kir: “Em wek YBŞ’ê greva birçîbunê ya girtiyên Urmiyê silav dikin, girtiyên siyasî ji bo mafên xwe ketine grevê û divê dewleta Îranê dev ji politikayên xwe yên qirêj yên li ser Kurdan bitaybet li ser girtiyên siyasî berde.”

NAVENDA NÛÇEYAN