Wekî din hat diyarkirin ku îdareya perwerdê ya rejîmê li bajarê Nodşe jî bi rêya hin mamosteyan xwestiye şagirtên keç û kur bibin sîxûrê dewletê. Xwendekaran ragihand ku mamosteyan her weha ew tehdîd kirine ku eger vê qebûl nekin, wê ji îmtîhanên dawiya salê derbas nebin.
Ji aliyê din ve Hêzên rejîma Îranê ku berî çend rojan li navenda Merîwan hemû xetên elektrîk û Înternetê birrîbûn, niha jî ji bo karibin kesên internetê bikartînin kontrol bikin, ferman dane hemû kafeyên internetan ku ji bo kesên tên vir werin şopandin kamerayan deynin.
Besîc tevlî karên qirêj dibin
Hêzên paramilîter ên Besîc heta niha tevlî gelek sûcan bûne. Besîc li kolanan kezab diavêjin jinên ku kefiye li ser wan nînin û herwiha ev hêz ji bo gelek înfazan jî tên bikaranîn. Besîc di sala 1979 di dema şerê Îran-Iraqê de, ji ciwanên bi dildarî dixwestin beşdarî şer bibin ji aliyê Ayetullah Xameney ve hat damezrandin. Besîc niha ser bi Mihafizên Şoreşê yên Îranê ne û ji endamên wê re jî Besîcî tê gotin. Sala 2005 rayedaran gotibû ku 11 milyon kes endamê vê hêzê ne, lê çavkaniyên din jî dibêjin 4 milyon in.
ANF/MERÎWAN